|
Bi serokatiya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih, îro civata wezîran civîna xwe ya heftane saz kir. Di civînê de biryar hate dayîn ku cejnên êzdiyan bibin betlaneyên fermî.

Pişstî civînê di daxuyaniyeke çapemeniyê de, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd ragihand ku di civînê de encamên serdana şsandeya Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîr Salih hatiye rojevê. Herweha biryar jî hatiye dayîn ku du navçeyên bazirganî li deriyên sînor ên Başsmax û Hacîumranê ji bo zêdetir pêşsvebirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê bên avakirin.
Mehmûd aşskere kir ku biryar jî hatiye dayîn ku cejnên êzdiyan bibe betlaneyên fermî.
Kawe Mehmûd da zanîn ku li ser serdana wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Beşsîr Atalay ya bo Herêma Kurdistanê jî gotûbêj hatiye kirin.
Herweha berdevkê hikûmetê diyar kir ku beşseke din a civînê taybet bûye bi pişstgiriya hikûmetê bo zarokên şsehîdan da ku di zanîngehan de dirêje bi xwendina xwe bidin.
Jêder: http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&task=view&id=12965&Itemid=1
|