|
Bidîtina min, tu civak û netew mîna me Êzdî-Kurdan peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarnayne !
Kemal Tolan
Gelek xwandevanên birêz jî dizanin ku, min di gotara xwe ya bi navê BAWERIYA ÊZÎDIYA YE BI XWEDÊ(*1) de jî daye xwanê kirin û vêga hêjî di ilmê me Êzdiyan de tê gotin, Xweda yê me hemû giyanderên li seran serê cîhanê yeke. Hemû civak, ol û netewên ku li ser ruyê vê dinya yê hene,
li gorî çande û baweriya xwe hebûna Xwedê nasdikin û her yekê jî bi zarave anjî zimanê xwe ji Xwedê ra dibêje najî gotine : Hurmuz, Aton, Marduk, ŞSamaşs, Bal, El, Hadad, Xuda, Padişsa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Yezdan, Yazad, Xaliq, Tanrıi, Allah, Gott, Xwudah, Xwedê û whd. Lê ez bawer nakim ku, tu civak anjî netew bêkaribe mîna bawerî û çanda me Êzdî(Kurd-Ezdahî) an peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarbînen. Ji bona mînakan, ezê niha dîsa li goriya derfetên kesayetiya xwe hinek hevok(cûmley)ên ku peyeyva Xwedê têde tên anjî hatine bikaranîn ji we rêzdaran ra birêzbikim. Belê, ji bo fahmkirin û xwandinê divê hûn jî di dewsa nuxtan(….) de piro(şsûn)navekî bikarbînin. Her weha her kes li goriya bikaranîna xwe, divê di dawiya hevokê de jî nîşsana rêzgirtin(!), ferman, pirsê ûhwd. deyne. Mînak: ……ji Xwedê ne ditirsiya … = Ez ji Xwedê ne ditirsiya ma ! .. .. ji Xwedê ne tirsiya … .. berxê Xwedê ye … bela xwe ji Xwedê bivînî … bi wî Xweda yê bêşsirîk kim … ji Xwedayê dilovan dixwazim … xwe ji Xwedayê xwe naki.. … Xwedê ditirsim …. bi qedrê Xwedê bik… …ê çewa here huzûra Xwedê Baweriya …. bi Xwedê hebe Bê qeweta Xwedê Bêy hukumê Xwedê pel jî li ser darê naheje Bi destûra Xwedê Bi helaliya Xwedê Bi îzna Xwedê Bi navê Xwedê Bi navê Xwedê sûnd bixwi.. Bi saya Xwedê Bi xatirê Xwedê k.. Bi Xwedê Bide xatirê Xwedê Bidin xatirê navê Xwedê Bila nura Xwedê li ser ----be Bila Xwedê rahma xwe bavêje dilê ….. Dahin û standina Xwedê xweşse Derewîn dijminê Xwedê ne Destê xwe ji Xwedê nekin Dewlet serê Xwedê û serê …. Di rêya Xwedê de b…. Dilovaniya Xwedê Dinya ji pêxemberên Xwedê re nema ye Divê Xwedê li hev bîne Dîwana Xwedê Dua bo Xwedê Eger Xwedê yar be, bela şsûr dar be Emî kêmin Xwedê yî temame Emrê Xwedê xweşs e Emrê Xwedê ye Evdê-a Xwedê Ez Rastiya Xwedê me Êzdî bi Xwedê ra bi kurdî dipeyiven Êzdî jî navekî Xwedê ye Êzdî Xwedê pererestin Fermanê Xwedê Gazî Xwedê bi….. Gazina ji Xwedê nek… Gaziya xwe bigîne Xwedê Hawara Xwedê Hebandina Xwedê Heq navê Xwedê ye Her ji Xwedê û çiqas xasên Xwedê hene bawer bikin Her tenê Xwedê heye Her tim Xwedê li bîra xwe bînin Her tişst ji Xwedê ve eyan e Her Xwedê tenê zane Hey Xwedê ….. hîşsto Hey Xwedê ….. kuşsto Hey Xwedê malik avakir.. Hey Xwedê malik xeravkir…. Heyiya Xwedê Hezar û yek navên Xwedê hene Ji bo meznaya Xwedê Ji bo navê Xwedê Ji evda tê veşsartin, lê ji Xwedê nayê veşsartin Ji vir û heta ba mala Xwedê ji Xwedê dilovan hêvî dikim Ji Xwedê natirs… Ji Xwedê teala bitirs.. Kî bo Xwedê be, Xwedê jî bo wan e Kîjan xêr be bila Xwedê wê bike Ku Xwedê bejê erê Kula Xwedê bikeve nav mala paşsveruya Li jor Xwedê heye Li rêya Xwedê nebin xerfê Mala Xwedê ava , Meriv gereke ya Xwedê bêje Mêvan mêvanên Xwedê ne Milyaket ferwara Xwedê bi ch tînin Milyaket ji nûra Xwedê hatine efrandin Miradê xwe ji Xwedê bixwaze Muhbeta Xwedê gelekî şsirîn e Na bi Xwedê ez …….. Nûra Xwedê li we bibar e Pepûka Xwedê Pesnê Xwedê bidin Qencî û xiravî herdû jî ji dergê Xwedê ten Qenciya Xwedê înkar neke Qewlê Xwedê Qirar qirara Xwedê ye Rahma Xwedê li dê û bavê …. be Rastî mala Xwedê ye Rebenê Xwedê Rebenê Xwedê …. Rizqê …… li Xwedê ye Roj nûra Xwedê ye Roja Xwedê dayîna … pîroz be Rojên Xwedê gelekin ŞSikir ji Xwedê ra ŞSikir ji Xwedê re em Êzdî ne ŞSikriya xwe ji Xwedê bike Silava Xwedê li … be Standina Xwedê ye Stara Xwedê li ser ….. be Tawisî-Melek emînê Xwedê ye Teslîmî Xwedê dib….. Tîra Xwedê lê ket….. Tişstê Xwedê kiriye betal nabe Topa Xwedê li ….. keve Tû bi xatirê Xwedê kî Tu evdî Xwedê nedîtîye Tu kes nikare ji qirara Xwedê bireve Wê Xwedê çêke Weleh navê Xwedê ye Wey Xwedê ruhê ….. bistîne Wey Xwedê yo Xas û Qelenderên bo Xwedê Xasên Xwedê gelekin Xêra Xwedê li ….. be Xezeva Xwedê li …. Be Xweda dizane Xweda yê xwe nasnakin Xwedayê dilovan Xwedê Xwedanê şsev û rojê ye Xwedê … bê aqilê …. Neke Xwedê … rûsipî bike Xwedê …. bihêle Xwedê …. biparêze Xwedê …. bistrîne Xwedê …. şsaşs neke Xwedê …… xweyîke Xwedê bê şsirîk û heval e Xwedê bela xwe bide …. Xwedê bext bide ….. Xwedê bi …. re ye Xwedê bi oxira ….. ra be Xwedê bi tenê dikare Xwedê bihebînî Xwedê bike tu gelekî sax bî Xwedê bike tu hazar salî bî Xwedê birayê …. bihêle Xwedê çavên ….. xweyîke Xwedê çêtir dizane Xwedê cîhan sêwirand Xwedê da û stand Xwedê daye te ….. Xwedê deriyekî digre, hezarî vedike Xwedê emrê …. dirêj bike Xwedê emrê …. dirêj neke Xwedê heqê ....... ji ..... nehêle Xwedê hezkirina me zêde bike Xwedê hîşstê Xwedê hîşsto Xwedê hurmetê bide … Xwedê îmanê bide …. Xwedê îmanê ji …. bistîne Xwedê îşsê …. rast bike Xwedê ji …. razî be Xwedê ji …. standiye Xwedê ji ….. na tirse Xwedê ji ….. xweşsbe Xwedê ji kesî nestî ne Xwedê ji neheqan ra ne hêle Xwedê kerem e Xwedê kurekî bide … Xwedê li … bixe Xwedê li …. şsefa bike Xwedê li …. were rahmê Xwedê li bîra xwe bîne.. Xwedê li heftêûdû mileta bêye rahme û me jî Xwedê li hev anî Xwedê li hev ne anî Xwedê li pişsta …. Ye Xwedê li raserî …ye Xwedê mala … xirab nekiro Xwedê mala …. ava bike Xwedê mala bavê …. ava bike Xwedê mala bavê …. xira bike Xwedê mala nezana xira ke Xwedê merazê… bike Xwedê meriv ji bela û teşsqelan bistirîne Xwedê mezin e Xwedê miradê …. bike Xwedê mizgîna xêrê bide ….. Xwedê mizgîniyê bide …. Xwedê nasîna me Êzdiyan ji qedîm heta îro heye Xwedê ne hîşstê Xwedê ne hîşsto Xwedê ne nas… Xwedê neke gidî Xwedê nekî Xwedê nur e Xwedê pesnê xwe na de Xwedê qahra xwe li ….. bike Xwedê qebûl nake Xwedê qebûl neke Xwedê rehetiyê bide …. e Xwedê rehma xwe li …. bike Xwedê roja … reşske Xwedê ruha dide û distîne Xwedê rûyê …. spî bike Xwedê şsade ye Xwedê şsade ye Xwedê serê … nexîne belayê Xwedê şsikriyê bi de …. Xwedê temenê …. dirêj bike Xwedê tenê pê dizane Xwedê tû bidî xatirê navê xwe Xwedê tu derdan nede …. Xwedê tu êşsê nede …. Xwedê tu ruhê ….. bistînî Xwedê warê …. korbike Xwedê weke dilê …. bike Xwedê xêra …. binivsîne Xwedê xêra …. qebûlbike Xwedê xêrabike Xwedê xêrê bide ….. Xwedê xêrke Xwedê xirab bike destengiya dinya yê Xwedê xizmeta …. qebul bike Xwedê xweda ye! Xwedê xwedanê ins û cins e Xwedê xwediyên xêran bê par nahêle Xwedê yek e Xwedê yeke û lıi seranserî hemû xwedana ye Xwedê yekî cebar e Xwedê zanî be Xwedê zarokên …. bihêle Xwedê zêde bike Xwedêo Xwezla xêra mala Xwedê ra Ya Xwedê Ya Xwedê bêjin Ya Xwedê her tû yî û her tû yê hey û her dê hebî Ya Xwedê riya te rastî ye Ya Xwedê tû derê xêra veke, derê era wergerîn
Bi dîtina min, di van hevokan de jî xwanê dibe ku olperestiya me ya xwezayî û dilpaqij qet cûdetiyê naxe nava tu civak, nijad û olnên li ser ruyê cîhanê hene û li ser vê bingehê ye vêga hêjî di sebeqeyeke qewl me de tê gotin ku, „Siltan Êzî bi xwe Pedşsa ye, Hezar û yek nav li xwe dana ye, Navê mezin her Xweda ye”(*2) Êdî, ez hew dizanim ka ev peyeyva Xwedê hê di kuderin din de û bi kîjan rengî tê bikaranîn. Hêvîdarim ku qewlbêj, koçek, micêwir, bav, kal, ilîmdar, rewşsenbîr, zane, berpirsyarên tv, rojnaman, kovaran, dezgeh, înstîtut, malper û rêxistinên Kurdî/Êzdiyatiyê jî bikaribin yên li cem xwe hene jî bi ser vê xizna ferhenga Kurdî ve zêdebikin. Em tevde hêjî gelekî zahmet bidine xwe van sedemên nakokî, kêmasî, nezanî, belangazî û pirsgirêkên ku di nava civak û olên Kurdî de hene, ji me hemwelatî û nişstîmanperwerên Kurdistanê ra zelal bikin. Her weha her yekê ji me li goriya derfetên xwe ji van kêmasiyên ku xwefiroşs û dagirkerên Kurdistanê bi hemd û bi zilma asîmlekirna xwe, xistine nav civak, çande, perwerde, raman, nêrîn û bawriya me Kurdan re xwedî derkevin. Kemal Tolan 16.04.10 Çavkanî : *1 Kemal Tolan - http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/baweriya-ezdiyan-bi-xweda.html *2 Kemal Tolan -Nasandina Kevneşsopên Êzdiyatiyê, Weşsanên Perî- Çileyêpêşsîn 2006 Stenbol, rûpel :15-38.
|