Lalis Lalis
Logo

Li Nienburg du Şahî bi hevre

Li Elmanya Bajarê Nienburg´ê du şahî bi hevre haten pîrozkirin. Pîrozîya mezin ya Cejna Êzîd û ya din jî, Êzîdîyên li Nienburg ku berî çen meha tifaqik xwe bi navê Hevgirtina Êzîdîya Nienburg çêkiribun, bi şêweyî fermî dest bi karên xwe kirin.

Ida Ezi 383

Şahîya Cejna Êzîd û vekirina Salona Hevgirtina Êzîdîya Nienburg bi tevlîbûna sedan kesî bi coşeke mezin hate vekirin û pîrozkirin.

Salona Hevgirtina Êzîdîya Nienburg, ji alîyê Saredarê Nienburg Birêz Onkens, Şêx Xelîl, Pîr Selîm, Şükrü Boran Osman Alp, Şêx Şükrü Kaska û Dawud Zeynî ve hate vekirin. Destpêka şahîya Cejna Êzîd û vekirina Salonê bi rêzgirtina deqayekê jibo Cangorîn Êzîdxan destpêkir. Piştî vekirinê xebatkarên mala Êzîdîya vexwarin îkramî mêvanên xwe kirin.

Şaredarê Nienburg Birêz Onkens, bi minasebeta vekirina malê axiftinek kir. Di axaftina xweda mevan silav kirin û got“ev mal li me teva pîroz be û jibo we em amedene.

Piştî axaftina Şaredarê Nienburg Birêz Onkens, bernama şahîyê bi moderatorîya Şükrü Kaska û Berivan Boran destpêkir. Koma Zorakan ya Hevgirtina Êzîdîya, bi gotina qewl û xwendina duaya mevan dilşad kirin. Dipey koma Zaroka´re telefonek siprîy ji Batmanê hat. Alî Boran, yek jiwan hindik kesên Êzîdî ku li welat mane. Ewî jî cejna mevana pîroz kir û banga tifaqê li Êzîdîya kir.

Ida Ezi 923

Hêjayî gotinê ye, ku gelek mêvanên taybet û peyamê bi nivîskî jî jibo pîrozbahiyê hatibûn. Endama berê ya Parlemena Ewrûpayê Feleknas Uca jî peyama xwe şand û pişgiriya xwe desnişandan.

Peyameke din a pîrozbahiyê jî mala Oldenburg, Leer, Komela Kaniya Sipi, Bingehê laliş, PEC ji Celle, Niviskar Kemal Tolan, Niviskar Bexşi Güney, Hunermend Zerdeşt û Osman Fakir, Şemsedin Tunc, Taner ji Integratione, Zentralrata êzdiyan, Ezidî tv, Video Boran.

Hunermendên hazir bun Ekrem Reşo, Koma Melek, Şex Aydin, Raid û Hozan Welid jî tevlî pîrozbahiyê bûn û hetanî ber êvarê bi dilan û govendê vekirina malê bi moralekî bilind hat pîrozkrin.

www.hevgirtina-ezidiya.com

 

Ji bilî nivîs û daxuyaniyên ku bi navê Hevgirtina Êzîdîya  tên belavkirin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Die Yezidische Gemeinschaft e.V. und die Redaktion der Webseite www.hevgirtina-ezidiya.com übernehmen keine Haftung für die hier veröffentlichten Artikel