Lalis Lalis
Logo

Beşek ji me êzîdî û ola êzîdîtiyê

“Di baweriya êzîdîtiyê de hezar û yek navên Xwedê hene. Ji van navan yek Ezda ye. Di wateya “Min da”, “Min afirand” de ye. Ez(î)dî jî di wateya “Min dît”, “Min bawer kir” de ye. Ji ber vê yekê ji me re ÊZÎDÎ ango ên ku bi baweriya wan Xwedê afirînerê xwe yetê gotin. (Şêx Berkat)

Der barê êzîdiyande zanîna herî çewt ew e ku dibêjin; “Êzîdî melekê xirabiyê  dihebînin”. Di rastiya xwe de êzîdî Xwedêdihebînin. Du cudahî di navbera êzîdîtî û olên din de hene. Yek jê ev rewşaMelekê Tawus e. Di olên din de Melekê Tawus bingeha hemû nebaşî û xirabiyan têdîtin; lê di êzîdîtiyê de bingeha başiyê jî ya xirabiyê jî yek e. Tu bandoraMelekê Tawus li ser vê yekê tune ye. Ya din jî êzîdî dibêjin ji ber ku MelekêTawus pir ji Xwedê hez dikir ji Adem re secde nekir û li hember Xwedê rabûye.Ji bo ku Melekê Tawus ji Adem re secde nekiriye û li hember Xwedê rabûye jialiyê Xwedê ve hatiye cezakirin lê di dawiyê de hatiye efûkirin.

 Li gorî hemû olên dinmirovahî ji Adem û Hewa zêde bûye; li gorî baweriya êzîdiyan mirovahî ji Adem ûHewa ye lê Êzîdî ji Adem û Hewa nîn in. Ji ber ku temsîla mukemeliyetê ne jiŞehîd binî Car in. Êzîdî ji aliyê Xwedê ve wekî qewmê bijarte hatinedestnîşankirin.

Pêxemberê êzîdiyanŞêx Adî ye. Ji bo ku ev ol bê îlankirin Melekê Tawus hatiye peywirdarkirin. Ewnivîskarê Kitêba Cilwe ye. Mishefa Reş jî ji aliyê Şêx Hesen ve hatiyenivisandin.

 

Kitêba Cilwe(Kîtaba Wahiyê) fermanên Melekê Tawus vedibêje; Mishefa Reş jî rêzik û rêgezênvê olê û avabûna dinyayê, bingeha mirovahiyê, çîroka Adem û Hewayê vedibêje.

Reenkarnasyonbingeha ola êzîdîtiyê ye. Êzîdî rojê sê caran berê xwe didin rojê û duayêntaybet dikin.

Di nava êzîdiyan depergala kastê heye û dişibe pergala Hindistanê. Şêx, pîr û murîd hene. Jikastekê (çîn) derbasbûna kasteke din ne pêkan e.

Hejmara kesên ku liser baweriya êzîditiyê ne bi tevahî neyê zanîn jî li gorî texmînan 800 hezarin. Êzîdî li Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Iraqê, Îranê, Azerbeycanê, Gurcistanê,Ermenistanê û li Ewropayê (Almanya, Belçîka û Fransa) dijîn. Zêdetir li başûrêKurdistanê li bajarên wekî Duhok û Şengalê ne.

 

KITÊBA CILWE

Melekê Tawus beriyaher heyberê hat afirandin. Ji bo gelê xwe hişyar bike û ji şaşiyan dûr bigire,alîkarên xwe şand vê dinyayê; evdên xwe berê bi devkî hişyar kir, cara duduyanbi vê pirtûkê ku; hat qedexekirin ku biyanî lê binêrin an jî bixwînin.

Beşa yekem

Ez ê ku hebûm, heme, heta dawiyê ez ê hebim; hikmê min li ser tevahiya tiştên ku hatineafirandin heye. Her bûyer û her tiştê girêdayî hebûnan bi fermana min pêk tên.Kî ji vê yekê bawer bike û dema ku pêdivî hebe gazî min bike, ez ê derhalbigihîjim wan, tu tişt bêyî min nayê fikirîn. Kesên ku min qebûl bikin, ji boku li gor daxwaza wan nîn e hemû bûyerên ku dibêjin xirab in, bi daxwaza minpêk tên. Wekîlekî rêveber ê her demê heye, wî ez hildibijêrim. Bi her nifşê re,serokê vê cîhanê jî diguhere; serok bi dorê tên, peywirên têkildarî dema xwe bicih tînin. Ez sûcan li gor nirxên ku ji taybetmendiyên xulqiyetê tên, dibexşînim.Kî ku li hemberî vê derkeve, dê tengasî û êş jê kêm nebin. Wekî din tuXwedayek, nikare têkilî karê min û tiştên ku ez dikim bibe. Ez çi biryarê bidimdê ew pêk bê.

Pirtûkên pîroz êndi destê biyaniyan de, ger ji aliyê pêxember û hewariyan ve hatibin nivîsîn jî,êdî ne derbasdar in. Ew ketine rewşeke serhildêr, xera bûne, vana hevdiderewînin û himê hev pûç dikin. Cudahiya navbera rastî û şaşiyê, dê li gormercên dema tê jiyîn bê destnîşankirin. Sozên ku min daye mirovan ez ê bînimcih. Di demên diyarkirî de li gor daraza wekîlên min ên bi aqil û hişyar ku minselahiyeta xwe dewrî wan kiriye, ez ê li gor peymana di navbera xwe û evdên xwede tevbigerim an jî tevne-gerim. Ez li hemberî pêşveçûna bûyeran baldar im;dema ku em tê  de, ne çi tişta bi fêde hebeez pêk tînim. Kesên ku hîndekariya min dipejirînin, ez wan perwerde dikim ûberê wan didim rastiyê. Ew bi guh-darîkirina min kêf û zewqên mezin ên giyanîdijîn.

Beşa Duyem:

Ez bi tevahiyarêbazên ku baş dizanim, xelat û ceza didim mirovan. Li rûyê erdê û binî erdê çihebe, di kontrola min de ye. Ez alîkariya ji bo netewên din nagirim ser xwe, jibaşiya ji bo wan jî dûr namînim. Ez alîkariyê ji civata xwe ya hilbijartî re ûyên ku bi ya min kirine qet kêm nakim. Ez kontrola selahiyeteke çalak didim mirovênku min ew ceribandine. Ev mirov li gor îradeya min, di rewşên diyarkirî de,alîkarî dane kesên ku ji min bawer kirine. Yê ku dide jî ez im, yê distîne jî.Yê dewlemend jî dike ez im yê xizan jî dike ez. Yê bêhêvî dike jî ez im. Ev tevli gor derdorê û li gor demê pêk tên. Tu hêzek nikare têkilî karê min bibe ûmirovekî/ê ji kontrola min derîne. Yên ku dixwazin ji min re astengiyê derîninez êş û nexweşiyan bi ser wan de dibarînim. Kî li fermana min guhdar bike, wekkesên din namire. Ez tehemul nakim ku tu kes di vê dinyaya ketî de zêdetirîdema ku min jê re diyar kiriye bimîne; lê ku ez bixwazim wî/ê li vê dinyayê ducar, sê car yan jî zêdetir paşve vegerînim, giyanê wî/ê têxim bedeneke din; evzagoneke gerdûnî ye

Beşa Sêyemîn

Ez, bê pirtûk jîdikarim dostên xwe û kesên ku di riya min de ne ramanên min dihesibînin, riyarast bi amûrên veşartî nîşanî wan didim; rêçikên ku ez dixwazim werin bicihanînne tengavker in, li gor demê û mercan hatine diyarkirin. Yên ku li hemberîzagonên min derên li dinyaya din didim cezakirin. Benî adem, tiştên ku divê bênkirin nizanin, ji ber vê yekê timî dikevin nav şaşîtiyan. Ajalên li rûyê erdê ûli asîman, masiyên di nav deryayan de, tev di bin rêveberî û venêrîna min dene. Xezîneyên veşartî yên li dinyayê û tiştên din, bi agahiya min in. Ez derfetdidim ku ew xezîne yeko yeko werin dîtin û stendin. Kesên ku bibin xwediyê vanaû kesên ku di demê de ji min daxwaz kirine, nîşaneyên xwe yên veşartî,mûcîzeyên xwe nîşan didim. Dijminahî û berxwedana ku biyanî li hember min û yênku di şopa min de ne nîşan didin; encax zirarê bide xwediyê xwe; lewre nizaninku hêz û dewlemendî di destê min de ne û ez vana didim benî ademên ku heqkirine. Rêveberiyên dinyayê, derbasbûna serdeman a li dû hev, guherîna wekîlênmin a di her serdemê de, heta dawiyê di bin kontrola min de ye. Kî ku; biduristî ber bi wir ve nemeşe, ez, di demeke ku bi xwe diyar bikim de wê/î cezadikim û wan dişînim cihê ku jê hatine.

Beşa Çaremîn

Çar demsal hene,hêman jî çar in; min ev, ji bo tiştên ku min afirandine pêdiviyên xwe pêkbînin, bexş kiriye. Pirtûkên pîroz ên biyaniyan, encax bi qasî ku li gor zagonên min bin, li dijî mindernekevin; ji aliyê min ve tên pejirandin. Dîsa vana, bi piranî ji rêderketine. Sê ji wan li dijî min in û ez ji sê navan nefret dikim. Ji bo yên kurazên min aşkera nekin, ez ê soza xwe ya der barê xelatan de bicih bînim. Yênku di riya min de êşê dikişînin, bila guman tune be, ez ê wan di dinyayekê dexelat bikim. Yên di riya min de dimeşin bila li hemberî neyar û biyaniyan wekcemaetê bijîn. Hûn, ên ku li gor zagonên min tevdigerin, fikrên ku ji aliyê minve nehatine ragihandin nekin hişê xwe. Wek ku biyanî dikin nebe nebe navê minan jî navên ku li min hatine danîn bi lêv nekin, an na hûn ê gunehkar bibin;lewre ev mijar ji derveyî têgihîştina we ne.

Beşa Pêncem

 

Hurmeta xwe ji tiştû wêneyên ku min temsîl dikin re pêşkêş bikin; lewre dê ew, helwestên we yên neli gor zagonên min in bînin bîra we. Li gor fermana alîkarên min tevbigerin,guh bidin gotinên wan. Da  ku agahiyên dinyayadin ên ku ji min girtine ragihînin we.

MISFEHA REŞ

Xwedê di destpêkêde ji cewherê xwe dura spî afirand; û çivîkek afirand ku navê wê Anfar bû. Ûdur da ser pişta wê. Û li wir çil hezar salî ma. Roja destpêkê yanî rojayekşemê, melayîketê bi navê Azazîl afirand. Ew Melekê Tawus e yê ku serokêtevan e. Xwedê, roja  duşemê, melayîketêbi navê Dardaîl afirand ku; ew Şêx Hesen e. Roja sêşemê, Îsrafîl afirand ku ewŞêx Şems e. Roja çarşemê, yê bi navê Cibraîl afirand; ew jî Ebûbekir e. Rojapêncşemê, Azraîl afirand ku ew Sacadîn e. Roja înê, yê bi navê Şemnail afirandku ew  Nasirudîn e.  Roja şemiyê, yê bi navê Nûrail afirand ku ew(…) Melekê Tawus kir serokê wan. Piştî wê Xwedê, heft tebeq asîman, erd, roj ûheyv afirand (…) Mirov, çivîk û tevahiya ajalan afirand û ew di valahiyapelerînê de bi cih kirin û ew jî ji ser durê hat xwarê, melayîket jî li balêbûn. Dûre bi dengekî bilind li  durêqîriya, ew jî ji cihê xwe ket û bû çar perçe, ji nava wê av peşikî û bû derya.Dinya gilover bû, derz lê tune bû. Dûre Xwedê, Cebraîl di şeklê çivîkekê deafirand û rêveberiya çar kenaran emanetî wî kir. Dûre keştiyek afirand û sîhezar sal di nav gemiyê de ma, dûre hat Lalişê û li wir bi cih bû. Ji navdinyayê qîriya û bi giraniyê derya afirî û dinya bû rûyê erdê û lerizîna wanberdewam kir. Dûre ferman da Cebraîl ku her du perçeyên Dura Spî bîne, perçeyekxist binê erdê, yê din jî wek derî danî ber asîman. Dûre roj û heyv di navberawan de bi cih kir, ji hûrikên wan jî stêrk afirandin û ew wek xemlê bi asîmanve daliqandin. Her wiha ji bo xemilandina rûyê erdê; darên fêkiyan, giya û çiyaafirandin. Li ser xaliyê Text afirand. Dûre, got ku Xwedayê mezin got: “Eymelayîketan, ez ê Adem û Hewayê biafirînim, wan bikim mirov û ji her duyan, jipişta Adem dê Şehîd bîn Car were dinyayê û ji wî dê li rûyê erdê gelek tenêzêde bibe. Ev gel, gelê Azazîl ango Melekê Tawus, gelê êzîdî ye. Dûre ez ê ŞêxAdî bîn Misafîr ji Sûriyeyê bişînim û ew ê were li Lalişê bimîne.”

Xwedê dûre, hatwelatê pîroz û ferman da Cebraîl ku ji çar aliyên dinyayê axê bîne: Ax, hewa,agir û av. Bi wan mirovek çêkir; û ji ruhê xwe, ruhek jê re bexişand. Dûre jiCebraîl re got Adem di cenetê de bi cih bike, li wira jê re hat gotin ku dikarefêkî û tevahiya giyayên hêşîn bixwe; lê xwarina genim jê re qedexe ye. Piştî sedsalan Melekê Tawus ji Xwedê re got “Adem dê li ku bijî û çawa zêde bibe?” Xwedêjê re got: “Ez di vê mijarê de selahiyet û rêveberiyê dewrî te dikim”. Wê demêMelekê Tawus, çû ji Adem pirsî got: “Te qet genim xwariye?”  Wî jî got: “Na, lewre Xwedê ev yek li minqedexe kir, got divê tu ji wî nexwî.” Melekê Tawus jê re wiha got: “Ku tu bixwîdê ji bo te pir baş be”. Lê piştî ku Adem genim xwar, zikê wî werimî û MelekêTawus ew ji cenetê derxist û danî rûyê erdê û derket asîman. Wê demê Adem jiber werma zikê xwe êş kişand û nikaribû di cihê xwe de bisekine, lewre di canêwî de dereke vekirî tune bû. Lê Xwedê çivîkek şand, çivîkê di bedena Adem dequlek vekir, bi vî awayî Adem rihet bû. Û Cebraîl sed salan xwe nîşanî wî nedaû ew bêhêvî bû, giriya. Wê demê Xwedê ferman da Cebraîl û Cebraîl hat, ji binmilê çepê yê Adem Hewa afirand. Dûre Melekê Tawus –ez dixwazim bibêjim ku; jibo alîkariya êzîdiyên ku êşê dikişînin- hat rûyê erdê û li ba Asûrên kevn,kralek ji me re destnîşan kir. Kralên Asûr Nesrukh (ku ew, Nasirudîn e) û Kamûş(ew jî Sultan Faxrudîn e) û Artîmûs (ku; Sultan Şemsudîn e). Piştî vê ji aliyêdu kralan ve em hatin birêvebirin. Rêveberiya kralên bi navê Şahpûrê yekemîn û duyemîn sed û pêncî sal berdewam kir ûEmîrên me yên ku ji nîjada wan dihatin, heta îro em bi rê ve birine û em bûneçar qebîle. Ji me re xwarina xasê (marul) hatiye qedexekirin, lewre xas navêjinê (pêxember) bi bîr dixe; fasûlyeyên hişk jî heram in; bikaranîna rengê şînêgirtî jî qedexe ye. Ji bo em ji Pêxember Yûnus re bêrêziyê nekin, xwa-rinamasiyan ji bo me heram e; xezalan jî nexwin, lewre ew bûne keriyê  pêxemberekî me. Her wiha şêx û mirîdên wî, jibo hûn ji çûka Tawus re bêhurmetiyê nekin goştê dîk jî nexwin. Lewre çûka Tawusyek ji heft Xweda-yên ku berê navê wan hatiye gotin e û dirûvê dîk pê dikeve.Dîsa şêx û murîdên wî, ji xwarina kundir dûr bisekinin, ango nexwin. Ji derveyîvana, li piya mîztin an jî rûniştî lixwekirina cilan an jî wek ku misilmandikin li tuwaletê  taretgirtin an jî liserşoyên wan xuslgirtin, ji me re hatiye qedexekirin. Her wiha, bilêv-kirinanavê ….. ku Xwedayê me ye an jî gotinên wek Kitan, Şar, Şat û peyvên wek Melûn(…) Nal ên ku wî tînin hişê mirovan qedexe ye. Pêşiyê (…) ji dînê me re gotinpûtperestî û cihû, xirîstiyan, misilman û îranî ji dînê me dûr sekinîn. KralAhab û Arman ji me bûn; wisa bû ku Ahab Belzebûb ê ku me wek Pîr-bûb bi navdikir ji Xwedayê xwe alîkarî dixwest. Li Babîlê bi navê Buktî-Nosser(Nabûkadnezar) kralekî me hebû. Li Îranê Ahesuerus, li Stenbolê Agrîkalûs jî jime bû. Beriya ku erd û asîman çêbibin Xwedê, li ser avê di keştiyekê de bû.Dûre ji dura ku afirandibû xeyîdî, ew ji xwe dûr xist. Ji şikîna durê çiya, jiçingîniya wê girên qûmê, ji dûmana wê jî asîman çêbûn. Dû re Xwedê derketasîman û asîman zêde bû û bêyî ku tiştekî deyne binî wan ew li hewa bi cihkirin, lîsteya navê tevahiya tiştên ku afirandine nivîsî. Ji cewher û nûra xweŞeş Xweda afirandin ku; afirandina wan wek bi lambeyekê pêxistina lambeyeke dinbû. Dûre Xwedayê pêşîn, ji Xwedayê duyemîn re got:  “Min asîman afirandin; tu here wira û tiştinabiafirîne.” Û ew, dema derket asîmanan, roj çêbû. Ji Xwedayê piştî xwe re got“derkeve” û hîv hat afirandin. Û xwedayê dû wî, asîman bi ger  xist; Xwedayê dû wî, stêrk afirandin; Yê kudi dû wî re hat, el-Kuragh ango Stêrka Sibehê afirand û her tişt wiha hatafirandin.

Rêberên ola êzîdîtiyê

Mîrê Şêxan:

Nûneriya saziyamîrîtiyê ji aliyê kesên ku ji malbata Şêx Adî ne ve tê kirin. Ji hoza Kataniyanin. Ji malbata Ebûbekir in. Rayeya wî ya hilbijartina Babê Şêx heye. Gera Tawusbê destûr û biryara Mîr pêk nayê. Bi kurtasî Mîr berpirsiyariya tevahiya karandigire ser milên xwe. Mirov dikare bibêje ku Mîr serokê tevahiya Êzîdiyan e.

PêywîrênWî ev in:

Ji tevahiyaÊzîdiyên cîhanê re serokatiyê dike û nûneriya wan dike.

Ciyên pîroz ava ûnû dike, bexşên ku ji bo Laliş û Tawus tên kirin, li hev datîne û ji bo ciyênpîroz bi kar tîne.

Bi kesên xizan ûhewcedar re dibe alîkar.

Pirsgirêk ûnexweşiyan çareser dike.

Babê Şêx:

Ev kes serokêruhanî ye. Alîkarê Mîr e. Divê ku ji malbata Êzdînemirê lawê Şêx Fexredîn be.

PêywîrênWî ev in:

Divê salê du caranli gundên êzîdiyan bigere û pirsgirêkên wan çareser bike, ji guhdarkirin,şiyarkirin û hwd. berpirsiyar e.

Destnîşankirin ûpeywirdar-kirina peywirdarên olî.

Girtina Rojiya ÇilêHavînê û Çilê Zivistanê.

Ji lidarxistinacejn û serlêdanên Perestgeha Lalişê, peytandin û birêvebirina merasîmanberpirsiyar e.

Babê Şêx cilên spîli xwe dike û ristê girêdide… (…) guneh e ku Babê Şêx şerabê vexwe. Divê kuberî bibe Babê Şêx bizewice. Ku here ser dilovaniya xwe mezinên êzîdiyan ûcivata ruhaniyan li hev dicivin û Babê Şêx ji nû ve hildibijêrin. Di rojêntaybet û cejnan de di civata Şêx Fexredîn de li ser secadeyeke pîroz rûdinê.

Şêxê Wezîr:

Ji hoza Şemsaniyane. Ji malbata Şêx Şemsan e. Loma jî di civata ruhanî ya Şêx Adî de semajenek e.

Pêşîmam:

Ji êla Adaniyan e.Ji malbata Şêx Hesen e.

Şêx:

Peywîra wanbirêvebirina merasîmên cenazeyan e û êzîdiyan der heqê pêşketinan de agahdardikin. Ligel vê yekê şêx ji berhevkirina zikatê jî berpirsiyar e. Ew ji bozikata ku dane hev li saziyan belav bikin rêxistinê pêk tînin. Cilên spî li xwedikin, kumê reş didin serê xwe şaşikeke sor didin dora kum. Şêx ji êla Adanî,Şemsanî û Kataniyan tên hilbijartin. Şêxên ku ji Adaniyan in: Melik Şêxsin,Şêxmûsê Sor, Şêx Şerefedîn, Şêx İbrahîm, Şêx Zendîn, Şêxmûsê Enzel… Ji malbataŞêx Adî ne. “ Şêxê Çil Şêxa” pileya herî bilind a şêxan e.

Şêxên ku jiŞemsaniyan in: Şemşelah, Şêx Fexredîn, Şêx Nasirdîn, Şêx Sicadîn, Melîk Amadîn…Ji malbata Şêx Şems in. Bavikê şêxan ê herî mezin e.

Şêxên ji hozaKataniyan in: Şêx  Abdulkadîr, ŞêxÎsmaîl… Ji malbata Şêx Ebûbekir in.

Babê Gavan :

Ji binemilê Amadîne. Di cejnan de li civata Melîk Fexredîn rûdinên. Li gundan digerin, rêzikênolî vedibêjin, şîretan dikin.

Babê Çawîş :

Cihê wî her timperestgeha Lalişê ye. Bi karê perestgeha Lalişê re mijûl dibe. Cilên spî li xwedike. Qet nazewice. Xwe dide xizmeta Şêx Adî û Lalişê.

Pîr:

Di merasîmên olî dealîkarê şêxan in. Rê û rêzanê bi ber êzîdiyan dixin. Ev peywîra wan e. Ji aliyêhurmetê ve piştî şêxan tên. Di şûştina cenazeyan de avê li destê şêxan dikin.

Qewal:

 Bêjeya Qewal Sumerîye. Awayê resen Kalo ye. Wateya wê mirovê oldar e ango “Zilamê oldar ê rûspî”hîna jî di nav êzîdiyan de tê gotin.

Peywira qewalan; dicejnan de li Lalişa Nûranî ligel amûrên muzîkê gotina beyt û qewlan, gund bigund gerandina tawus û berhevkirina zikatê. Qewal biçin ku derê bi hurmet tênpêşwazîkirin. Her sal li qadên ku diçinê bi kesên ku nikaribûne bên LalişaNûranî re sohbet dikin. Armanca wan ew e ku bi rêya vê sohbetê baweriya wan nûû hêzdar bikin. Bi karê defnkirina miriyan re mijûl dibin û şînê digerînin.Qewal ji çîna murîdan in. Serekê qewalan ji cimaeta ruhaniyan e. Qewal li gundêBaşika û Bahzanê dijîn.

Feqîr :

 

Xirqeya reş li xwedikin. Şaşika reş li serê xwe girêdidin. Wextê xwe bi piranî ji dua, îbadet ûweazan re vediqetînin. Her tim di nava civakê de digerin û pirsgirêkên civakîyên ku derdikevin çareser dikin. Feqîrî ji bavan derbasî lawan dibe û her feqîrxirqeya pîroz ku li xwe dike heta mirinê dernaxe.

Feqra :

Jina oldar a kuzewac li xwe heram kiribe ye. Li Lalişê dijî. Li perestgehê qendîl û tiştên wekfitîlên qendîlê çêdikin. Jê re Dayê Kebanî, Dadê tê gotin.

Koçek :

Derwêşekî oldar e.Ev nav ji peyvên “Guh” û “çak” pêk hatiye. Kesekî ku razên olî bi dest xistiyeye. Şîretan li gel dike weazan dide û wan perwerde dike. Ji nav kesên ku jigelek aliyên Kurdistanê hatine û li Lalişê niştecih bûne tên hilbijartin. Koçekji kesên ku tirba Şêx Adî diparêzin re serokatiyê dikin. Bi qewalan re sembolaMelekê Tawus a çarmil a tûncîn û bi meşaleyên ku ji çirayan hatine çêkirin ligundan, li nav gel digerînin. Û bi vî awayî gel li dora baweriya êzîdîtiyêdicivînin. Ji bilî vê temamkirina her cure pêdiviyên Lalişa Nûranî jî di navpeywîra koçekan de ye.

Neqîs:

Ji pîrên HecîEliyan in.

Xilmetkar :

Tê wateyaxizmetkar. Xizmetên perestgehê pêk tîne. Bi paqijî, spîkirina qubeyê û hwd. remijûl dibe. Bi amadekirina donê olî û pîroz re mijûl dibe. Xilmetkar bêtirîn jigundên Başîk û Bahzan tên vê xizmetê dikin.

Mîr Hac :

Ji milên Mîran êjêr e. Bi merasîm û peywîrên olî yên têkildarî cejna qurbanê re mijûl dibin.

Micêwir :

 Ji tirbên li gundênêzîdiyan û Lalişê berpirsiyar in.

Biryarên têkildarîcivata êzîdiyan meclîsa ji 6 kesên ruhanî Mîr, Babê Şêx, Şêx Wezîr, Peşîmam,Babê Gavan û Qewal  pêk tê, didin.

BAWERÎ - 1

Rojî:

Rojiyên ku rêberênolî digirin:

Çilê havînê 24’êpûşperê dest pê dike, 40 rojan tê girtin.

Çilê zivistanê 24’êberfanbarê dest pê dike, 40 rojan tê girtin.

Rojiyên ku tevahiyaêzîdiyan digirin:

Her êzîdî li gorîocaxa xwe rojiya Xudan digire. Sê roj e.

Sê rojan rojiyaŞêşems tê girtin. Ev jî ji bo pîroziya rojê ye.

Sê rojan jî rojiyaêzîdiyan tê girtin. Rojiya êzîdiyan ji bo afirandina cîhanê tê girtin.

Ji bo êzîdiyanrojiya hurmetê ya ku girtina wê ne ferz e heye. Ev rojî li gorî daxwazê ji boXizir Elyas 3 rojan tê girtin.

Cejn:

ÎdaCemai: Ev cejna ku berê di 23’yê meha rezberê de dest pê dikir ûheta 30’yê mehê didomiya, paşê di navbera 6 û 13’ê cotmehê de hatiyepîrozkirin. Ji bo bîranîna civata ku yekem car Şêx Adî aniye cem hev tê pîrozkirin.

Êzîdî her sal diçinserdana Lalişa Nûranî ya ku li Geliyê Lalişê, li herêma Şêxan e ku  tirba Şêx Adî li wir e û baweriya êzîdîtiyêyekem car li wir hatiye pejirandin. Li wir peywira xwe ya hecê tînin cî. Dimerasîma hecê de lawijên ku pesnê Şêx Adî didin tên xwendin. Tewaf bi def,bilûr, tef, saz û şibabê tê pêkanîn. Berendamên hecê beriya hecê paqijiya xwedikin, cilên xwe yên spî li xwe dikin û tên Lalişê. Heciyên ku tên Lalişê liber deriyê derve pêlavên xwe derdixin. Êvarê jî ligel meşale û muzîkê îbadetêdikin. Jin bi tilîliyan beşdarî îbadetê dibin.

Di pîrozbahiyênCemaiyê de her şev semahên ku afirandina cîhanê vedibêjin bi beşdariya rêberênolî tên gerandin. Alimên ku bi dorê beşdarî semahê dibin ev in: Feqîr, Peşîmam,Mîr Hac, Şêx Wezîr, Şêxê şêx Abdulkadir, Pirê Sibya û Babê Çawîş. Ev rêberênolî 7 milyaketan temsîl dikin wek: Ezraîl, Cebraîl, Mikaîl, Dardail, Azazîl,Azafîl, Şimxayîl. Çar çaviyên Çekeltuyê hene di van çaviyan de fitîlên ku lidonê zeytê xistine tên pêxistin, li dora wê sê cara dizivirin û semahêdigerînin. Çekeltû kaînatê temsîl dike, çar çaviyên çekeltûyê jî ba, ax, av ûagir temsîl dikin. Feqîrê ku bi agirê di destê xwe de li ber çekeltûyê disekinejî Adem temsîl dike.

Teswîrên MelekêTawus nişanî  rêberên olî didin û hecê bidawî dikin. Kesên ne êzîdî bin nikarin derbasî beşa îbadetê ya ku teswîrênMelekê Tawus nîşan didin bibin.

CejnaÊzî: Pîrozkirina roja rizgarî û afirandina cîhanê ye. Evcejn  navê xwe ji Ezdayê ku cîhanafirandiye digire. Bi fermana Ezda milyaket roja şemiyê dest pê dikin û rojaYekşemê afirandina cîhanê bi dawî dikin. Roja duşemê milyaket paqijiyê ûamadekariya rojiyê dikin. Roja sêşem, çarşem û pêncşemê rojiyê digirin. Rojaînê jî afirandina cîhanê, ango cejna Êzî tê pîrozkirin.

ÎdaÇilê Havînê: Cejneke ku tenê li Lalişê ji 18’êtîrmehê heta 21’ê wê, 3 rojan tê pîrozkirin. Ev cejn piştî 40 rojê rojiyahavînê ku rêberên olî bidawî dikin dest pê dike. Ev cejna ku li Lalişê ûderdora wê sê rojan tê pîrozkirin li herêma Şengalê rojekê tê pîrozkirin.

ÇarşemaSerê Nîsanê: Cejna salê ya yekem çarşema nîsanê yapêşîn tê pîrozkirin, cejna Çarşema Sor (Çarşema Serê Nîsanê) ye. Bi hatina BabêŞêx a Lalişê merasîm dest pê dikin. Beyt û dua tên xwendin. Hêk tên kelandin ûbi rengên cihê tên boyaxkirin. Li gorî baweriya êzîdiyan avabûna cîhanê bi hêkêtê ravekirin. “Her aliyê cîhanê av bû, bejayî qet tune bû. Paşê bejayî, paşê jîjiyan çêbû. Hêka ku pêşiyê avikî ye cîhana beriya jiyanê temsîl dike, hêkatîrbûyî jiyanê û qalik jî hewayê temsîl dike. Û meha nîsanê dema vejîna xwezayêye, ji ber vê yekê êzîdî hêkan bi rengên ji hev cihê boyax dikin.”

Gava ku roj diçeava fitîl tên pêxistin û mirov bi rêberiya Babê Şêx ji perestgeha bingehînligel xwendina beyt, dua û bi tilîliyan ber bi Sûka Merîfetê (qada li ber perestgehê) ve dimeşin. Fitîlên ku tênpêxistin li ser kevirên vê qadê tên danîn. Rêberên olî wê şevê ranazên.

Sibehê berî rojhilê xilmetkar kulîlkên beybûnê û qalikê hêkên rengîn bi heriyê bi ser deriyêperestgehên din ên li geliyê pîroz ve dizeliqînin.

CejnaBatizmî: Ji bo Pîr Elî tê pîrozkirin. Ev cejnaku heft rojan didome tenê ji aliyê hoza Çêlikî ve tê pîrozkirin. Duşemê xwedişon û du rojan rojiyê digirin. Roja çarşemê qurban tê dayîn. Roja pêncşemêroja Şevberatê ye. Roja şemî û yekşemê cejn e. Roja yekşemê xwe dişon û papikênqurbana ku roja çarşemê hatiye serjêkirin tê pehtin. Heft rojan nanê birûn kujê re dibêjin “Sewuk” tê pehtin.

Roja herî girîng acejna Batizmiyê pêncşem e vê rojê şevberat tê pîrozkirin. Nêzî roj here avapîrên ji hoza Çêlikî ji bo çend parî ji nanê pîroz ê ku jê re dibêjin “xewra”bigirin li gundê Pîrê herî extiyar dicivin. Pîrê ku ji bo nanê xewra ku dişibenanê tenûrê diçe, di tûrikê xwe de sewuk, goşt û mewijan dibe. Pîrê ku derbasîodeyê dibe derbasî ciyê ku nanê xewra lê ye dibe û tûrikê xwe vala dike. Nanêxewra datînin nav mewîjan. Piştî ku roj diçe ava merasîm dest pê dike. Biîşareta Pîrê herî extiyar her kes radibe ser piya. Pîrê extiyar nanê xewra yêdi nava mewîjan de derdixe. Bi kêrê hûr dike. Ji wî nanî çend pariyan datîninser tepsiyê paşê jî berdidin nava tûrik. Paşê jî çend kulm mewîj dixin tûrikan.Pîrê extiyar dema ku kulma xwe dibe mewîjan û dixe tûrikan bi pûtepêdan e.Mewijan di kulma xwe de heta jê tê dijidîne. Armanc ew e ku hebên mewijan jidestê xwe nexe xwarê. Ku hebek mewîj ji kulmê bikeve bi baweriya wan ew sal wêmezinê malê bimire.

Piştî ku nanê xewradixin tûrikan êdî her Pîr vedigere gundê xwe. Li her gundî odeyeke taybet têamadekirin, nanê xewra li vê odeyê li ser tepsiya ku mewîj li ser in tê danîn.Êzîdiyên ku ji êla Çêlikî ne diçin mala ku nanê xewra lê ye tewaf dikin. Yê kudikeve hundir silavê dide civatê û nanê xewra maçî dike, mewîjekê davên devêxwe û hinek pere datînin ser tepsiyê. Civat heta sibehê ranakeve. Yê kubikaribe heta roja înê roj biçe ava ranekeve û bi vî awayî xêr duqat dibe.

 

 

CejnaXidir Elyas: Her sal di meha sibatê de têpîrozkirin.

CejnaQurbanê: Ji bo Xelîl Îbrahîm tê pîrozkirin.

CejnaBêlinda: Li herêma Şengalê ji vê cejnê re dibêjin cejna “Mêlmelav”. Êla Cuvana ûHêbaba vê cejnê pîroz dikin. Di vê cejna ku du rojan didome de bi şev agir têpêxistin.

CejnaFeqîran: Li herêma Şengalê hozên Feqîr ûBakîterî pîroz dikin.

ÇilêZivistanê: Di meha berfanbarê de tê pîrozkirin.

PîrozbahiyênSmatê: Pîrozbahiyên ku di dawiya meha adarê de tên lidarxistin sêrojan didomin. Cejna ku roja çarşemê dest pê dike û roja înê bi dawî dibe jialiyê Babê şêx ve tê birêvebirin. Roja pêşîn dara ku jê re dibêjin Qola têbirîn. Darên ku tên birîn ji aliyê komeke ji 30 kesan ve bi duayan ji çiya têndaxistin.

Rojek paşê jî donêzeytûnên ku berê ji aliyê xilmetkaran ve hatine civandin tê derxistin. Zeyta kutê derxistin dibin perestgeha mezin. Ligel tilîlî, dua û pêxistina bixurêdibin. Pîrozbahiyên herî mezin roja sisiyan, roja ku gundên Êsivnê, Başik ûBahzanê beşdar dibin tên lidarxistin.

Heta ku dawiyapîrozbahiyên Smatê her kes hinek ji nanê ku li malê çêkiriye û aniye datîneodeya perestgehê ya ku jê re dibêjin Xezneya Şêx Adî. Paşê kesên ku hatineserdana perestgehê bi baweriya ku bereketê tîne ji wî nanî hinekî bi xwe redibin.

Sinet:

Sinet di olaêzîdiyan de ayîneke girîng e. Li gorî adeta ku dibêjin kirîvatî yekî êzîdîdikare zarokê xwe di dawa yekî Misilman de sinet bike. Û bi vî awayî di navberaher duyan de têkiliyeke wek biratiyê heta mirinê dê bidome tê danîn. Xwîna kudi dema sinetê de diherike diniqutînin ser egala kirîv. Paşê egal ji aliyê diyazarok ve tê şûştin.

- Ku kirîv êzîdî bezarokê sinetbûyî bi keçeke ji wê hozê re nikare bizewice.

- Ajaleke ku jialiyê êzîdiyekî nesinetkirî ve hatibe serjêkirin goştê wê nayê xwarin.

Biratiya Axretê:

Têkiliyeke xweserdi nava nûhatiyên êzîdiyan de tê danîn. Di dema nûhatiyê de her mirîd, ji bilîmalbata şêxê ku ji zaroktiya xwe ve pêve girêdayî ye ji xwe re “BirayekîAxretê” hildibijêre. Kesên ku dibin birayên axretê ji her halê hevduberpirsiyar in. Birayên axretê nikarin ji hev bizewicin, mecbûr in ku li sercenazeyê hev amade bin.

Zewac:

Zewac li gorîadetan ji aliyê dê û bavê bûk û zavê ve tên lidarxistin, qelenê ku navê next lêdikin ji aliyê Mîr ve (25 gram zêrê 21 eyar, ji vî 12 ji bûkê re û 13 gram jîji bavê bûkê re ye) tê diyar kirin. Merasîma marbirînê ji aliyê Şêx an jî Pîrve di hizûra birayê axretê de ligel bûk û zavê tê lidarxistin. Paşê ziyafet têndayîn, govend tê girtin, gule tên berdan.

Li gorîkevneşopiyên êzîdiyan destûra bi yeka/î ne ji ola xwe re zewacê tune ye.

Şêx û Pîr tenêdikarin bi kesên ji çîna xwe re bizewicin, zewaca şêxan tenê bi kesên jiqebîleya xwe hatiye sînorkirin.

Di meha nîsanê dezewac çênabin, ji ber ku sersal e (meha nîsanê bi xwe bûk e).

Meha sibatê mehajinebiyan e; di vê mehê de keçikên ciwan nazewicin.

Mirin

Cenazeyê miriyêêzîdî jî bi rêveberiya şêxê herêmê tê definkirin. Li gorî baweriya êzîdiyanmirin, ji bo mirov dawiya zayinê ye. Lê belê ne dawiya jiyan û ruh e. Lewraêzîdî ji teşeguhertina mirovan bawer dikin. Bingeha baweriya ku rihê mirovpiştî mirinê derbasî giyanewerekî/e din dibe jî ev e. Li gor baweriya wanmirovê miriye ku baş be rihê wî derbasî teşeyekî baş dibe, ku xerab be jîderbasî teşeyekî xerab dibe. Kesê ku di ber sikratê de be divê ku malbata wî,birayê wî yê axretê û şêx li ber serî bin. Û heta ku dimire jî feqîr, lawijênXweda dixwîne. Piştî mirinê jî şêx ava pîrozkirî diniqutîne devê mirî ûdireşîne ser rûyê wî/wê. Ku şêx an jî birayê axretê li wir ne amade bin, vêpeywirê yekî ji malbata pîr tîne cih. Cilên spî li mirî dikin û dîsa kefen lêdipêçin. Piştî van tiştan ji bo definkirinê bi bilûr, def û şibabê mirî datîninser çardarê. Û cemaet bi hev re cenaze dibe gorê.

Definkirina cenazebi roj pêk tê. Berê gorên ku tên kolandin didin rojhilat. Dema ku cenaze têveşartin feqîr lawija “Serêmergê” dixwînin. Ku mirî jin be kevir datînin hembin serê wê hem jî bin nigên wê. Ku mirî mêr be kevir tenê datînin bin serê wî.

Kesê/a mirî rêzdaran jî ciwan be merivên wî/ê porê xwe dibirin û bi kêlikê gorê ve dikin.

BAWERÎ - 2

 Yekîtiya êzîdîtiyêbi koçkirina ruhan hatiye parastin. Bingeha ola êzîdîtiyê koça ruhan e. Carcaran kesekî ezîz bi zanîn an jî ne bi zanîn bi ruhê êzîdiyekî oldar tê dagirtin.Dema ku dor tê ser, ew jî derbasî kesekî din dike. Şêx Adî Bîn Misafîr ji bokoçkirina ruh a pîroz ku derbasî bedeneke din dibe mînaka herî nêz e.

Ola êzîdîtiyêrêzikên sinc û rastiya gerdûnî, rastî û xeletî, dadî, heqîqet, disozî, dilovanîû hezkirinê tîne gel hev. Xerabiya ku perçeyek ji jiyanê ye wek karê heyînekederxwezayî nayê dîtin.

Îbadet her roj biawayekî bê kêmasî rojê sê caran tê pêk anîn. Mirov berê xwe didin  roja ku sibehê hiltê, nîvroyê bilind dibe ûêvarê diçe ava, duayên taybet dikin û îbadeta xwe pêk tînin.

Êzîdî ji bo îbadetêli cihekî taybet nagerin. Lewre Xwedê li her derê ye. Bi baweriya êzîdiyan rojpîroz e. Û tekane rê ye ku diçe ba Xwedê. Loma jî ji bo îbadetê ku berê xwebidin rojê bes e. Lewre di navbera Xwedê û evdan de dîwar tune ne. Mirov dikareli her cihê ku lê be berê xwe  bide rojêû îbadeta xwe bike. Piştî ku li hemberî rojê dua tê kirin, çongên xwe didinerdê û axa pîroz maçî dikin. Dema ku îbadet tên kirin duayên taybet tên xwendin.

Her êzîdî mecbûr eku fanîleyê spî yê bi navê “TOKA” li xwe bike.

(Xwedê bangî MelekêTawus kir û rêveberiya cîhanê jê re hişt, toka lê kir. Êzîdî ji bo bîranîna wêrojê tokayê li xwe dikin.)

Piştî ku Xwedêcîhan afirand dora girseya li hemberî xwe xêz kir, nîşan da û got; “va ye evgel ê te ye.” ji ber vê yekê li dora kesekî/e êzîdî xêzek bê xêzkirin, li gorabaweriya êzîdiyan ew kes nikare derkeve derveyî xêzê; heta ku kesê/a ku xêz,xêz kiriye li dora wê, xêzeke din xêz bike dikare derkeve. (Mirov êdî rastîbaweriya çemberê nayê.)

Mirîdên ŞêxFexredîn kundir naxwin lê ne heram e jî. [Şêx Fexredîn ji dijminan direvedikeve binê darê (dara kufrê). Dar pelên xwe diweşîne. Destûrê nade ku Şêx xweveşêre. Şêx dikeve nava kundiran, kundir wî vedişêrin. Ji ber vê yekê mirîdênŞêx Fexredîn kundir naxwin.]

Mirîdên XatûnaFexriyatê li zeviyên nîskan naxebitin.

(Zarokek ji zarokênXatûna Fexriyatê li zeviya nîskan miriye.)

Mirîdên ŞêxŞemsedîn goştê xezal û masiyan naxwin.

Êzîdî xas (marûl),kelem û gulkelemê naxwin.

LALIŞ

Laliş, li BaşûrêKurdistanê, 10 km li bakurê navçeya Duhokê Êsivê li geliyekî teng e. Gava kumirov dikeve gelî avahiya ku pêşiyê tê dîtin Pira Siratê ye. Li vê derê hûnmecbûr in ku pêlavên xwe derxin û bi nigên xwas li gelî bigerin. Li vî geliyîher der û her tişt pîroz e.

Li gelî perestgehaku gora Şêx Adî û perestgehên biçûk ên li dorê, şikeft, çavkaniyên ava pîroz ûturbe hene.

Di perestgeha mezinde gorên Şêx Adî, Şêxûbekir, Şêx Hesen hene.

Li gelî şeş qubehene û ji wan a herî mezin a Şêx Adî ye. Qubeya Şêx Ebûberkat, Şêx Hesen,Kaniya Spî, Şêmşelah û Şêşims e. Di her qubeyekê de 24 ….. hene. Di her …..beşeke saetê nîşan dide. Ser qubeyê asîman, binê wê jî rûyê erdê temsîl dike.

Hema li pêşiyaperestgeha bingehîn “Sûka Merîfetê” heye. Qada ku mirov piştî mirinê ji bokirinên xwe yên li cîhanê tê pirsyarikirin e.

Li perestgehêpeywirdarê herî mezin “Babê Çawîş”e. Ji bilî Babê Çawîş, “Feqra” (rahibe) kesaku qet nezeweciye û xwe daye xizmeta perestgehê û ji bo paqijiya perestgehê yekji malbata Feqîr li perestgehê  dijîn.

Kesek ji malbataFeqîr bi rojavayê re fitîlên ku ji aliyê Feqrayan ve bi zeytê hatine şilkirinpêdixe û paşê dibe li 164 ciyên gelî datîne. Her fitîlek kesekî mexin ku ji vêolê re xizmet kiriye temsîl dike.

Ji ber ku bibaweriya wan Êzda (Xweda) Melekê Tawus roja çarşemê afirandiye, ew roj wekrojeke pîroz tê dîtin. Mirov roja çarşemê diçin serdana Lalişê. Dema ku derbasîperestgehê dibin şêmûga derî maçî dikin û hinek pere datînin. Pereyê ku jiserdana perestgeha mezin tên ji aliyê malbata Feqîr ve tê hilanîn. Bi vî pereyîpêdiviyên serdêran tên pêkanîn. Li her perestgehê micêwirek heye. Micêwirxweytiya perestgehê dikin. Hatina ji serdanan ji micêvîran re ye.

Ayînên din ku rojaçarşemê pêk tên ji aliyê Qewalan ve lawija Beyta Êvarê ku li du tirbên li Başikû Bahzanê ne tên xwendin e. Lawija ku piştî rojavayê tê xwendin pazdehdeqîqeyan didome, nêzî xelasbûna lawijê fitîl tên pêxistin, bixurdank têngerandin.

Piştî Lalişê ligorî êzîdiyan cihê herî girîng Bozan, bi navê dinê Lalişa Biçûk e. Tevahiyaturbeyên ku li Lalişê ne (ji bilî ya Şêx Adî) li vê derê jî hene.

Kesên herî mezin ênola êzîdîtiyê Mîr û malbata wî ne, li Beadreyê dijîn.

Piraniya Qewalan jîli Başik û Bahzanê dijîn.

Êzîdiyên li herêmaLalişê dijîn, mucemmeh û gund; Başîk û Bahzan, Bozan, Beadre, Xetar, Doxat,Mehed, Şêx, Kerranê, Êsivnê Babîr, Şariya, Xankê, Niseyrî, Mamreşan, Bêvan,Cerehî, Serheçkê, Niferî, Xoşava, Bêdnar, Musekan, Mehmûdan, Mukublê, Kendalê.

ŞENGAL

 Piraniya êzîdiyanli herêma Şengalê dijîn. Êzîdiyên ku li herêma Şengalê ne ji  nîvî zêdetirê wan li baregehên ku ji wan redibêjin mucemmeh dijîn.

Mucemmeh di sala1975’an de ava bûne. Armanc, êzîdiyên ku li çiyayan dijîn wan li herêmênwargehên mezin bigihînin hev û venêrîna li ser wan hêsan bikin e. Li bakurêçiyayê Şengalê 7, li başûrê wê 5, bi tevahî 12 mucemmeh hatine avakirin.

Mucemmehên libakur: Xanasor, Sinun, Dugur, Dokla, Borik, Gohbel û Zorava ne.

Mucemmehên libaşûr: Tilizêr, Sîba Şêx Xidir, Girzerik, Girêkeçka û Tilkasab.

Ji bilî Xanasor ûSinunê av li tu mucemmehan tune ye. Li her mucemmehê bi qasî 25-30 hezar êzîdîdijîn.

Li tu mucemmehangor tune ne. Êzîdî miriyên xwe dibin li gundên xwe yên çiya vedişêrin.

Li gorî herêmaLalişê, li herêma Şengalê turbe nîn in. Li herêma Şengalê ji turbeyên herîgirîng yek Turbeya “Çil Mêr”î ya li lûtkeya çiyayê Şengalê ye û ya din jîturbeya Şerefedîn e ku li bakurê Şengalê ye (lawê Şêx Hesen ê bêsiûdî ku dişerê tirkan û mogolan de li gel tirkan şer kiriye jiyana xwe ji dest daye ye.)

Turbeyên ku libakurê çiyayê Şengalê ne; Şerefedîn, Hacalî, Êzî, Şêşims, Şêx Berkat, ŞêxBilkasim, Xatûna Fexra, Pîrê Ewro.

Turbeyên li başûrjî; Şêxmend, Amadîn, Şehîd.

Herêma Şengalêherêma ku Feqîr herî zêde lê dijîn e. Feqîr “Şêrik û Kulik” didin serê xwe.Kirasekî spî, bi ser de jî “Şêxanî” û bi ser wî de jî xirqe li xwe dikin. Herêzîdiyê ku di cemaetê de ye milê rastê yê Feqîrê ku ev xirqe li xwe kiriye maçîdikin.  Rengê xirqeya ku rîsîn e ya spîyan jî reş e. Kesê ku xirqeya reş li xwe bike di nav Feqîran de di pileya herîbilind de ye. Ji xirqeya reş re dibêjin xirqeya Şêx Adî. Kesê xwediyê xirqeyareş dema ku dimire tevî xirqeyê tê definkirin.

Feqîr piştî kuxirqeyên xwe yên qirêjî dibin dişon ava wan dirêjin “Silavgah”a ku li meydanagund e. Xirqeyên xwe yên ku kevn dibin jî datînin silavgahê û di rojeke diyarde ji wir  berhev dikin dibin çiyê û liwê derê vedişêrin. Gava ku xirqeyeke bêxwedî dibînin jî wê derê wek silavgahêdipejirînin.

Cilên jinên liherêma Şengalê ji yên herêma Lalişê bi tevahî cudatir in. Li serê jinên herêmaLalişê serpûşa ku bi “Kumik û Reşik” bi nav dikin heye. Kirasên rengîn li xwedikin û bi ser de jî kemna ku navê “Mêzer” lê dikin girêdidin. Bi çar cureyanmêzer hene. Mêzera Spî, Mêzera Kesk û Qurmiz, Mêzera Feqrayî, Mêzera Kêra. Lipişta xwe jî şelemayê girêdidin. Li herêma Şengalê jî jin kofî û dolbenteke spîku dirêjiya wê 7 metre ye didin serê xwe. Kirasên rengîn ên ku li herêma Lalişê dihatin lixwekirin li virtenê spî ne û li vê herêmê mêzer nayê lixwekirin. Ji dêvla wê ve êlekekî reş êku jê re dibêjin “Kutik” tê lixwekirin.

Ji bilî hinekgundan ciyekî wek qehwexaneyê ku mêrên êzîdî diçin lê rûdinên heye. Jê redibêjin  “Koçk”.

Extiyar bi piranîbi lîstika “Korik”ê dilîzin. Li ser texteyekî ku 14 kortik tê de ne û bi 72keviran tê lîstin.

Tevahiya xaniyên kuli herêma Şengalê ne bi kerpîçan hatine avakirin.

Herêma Şengalê bitirî û hêjîrên xwe navdar e.

Wênekêş: Hüsamettin BAHÇE

(Wêneyên vê dosyeyê di sala 2008’an de wek pêşangeh bi alîkariya Federasyona Êzidiyan / Almanya, Navenda Hunerê ya Diyarbekirê (Diyarbakır
Sanat Merkezi) û Navenda Çandê ya Dîcle Firatê (Dicle Fırat Kültür Derneği) li Amedê hatin pêşandan.)

Jêder: Kovara W (www.kovaraw.com)

 

Ji bilî nivîs û daxuyaniyên ku bi navê Hevgirtina Êzîdîya  tên belavkirin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Die Yezidische Gemeinschaft e.V. und die Redaktion der Webseite www.hevgirtina-ezidiya.com übernehmen keine Haftung für die hier veröffentlichten Artikel