|
Xebat Şakir- Hunermendê mezin, pîrê stranê, xwediyê deng û strana resen, bilbilê berxwedana gelê Kurd...
 Hunermendê mezin, pîrê stranê, xwediyê deng û strana resen, bilbilê berxwedana gelê Kurd, dilgirtiyê xaka Kurdistana şêrîn, kelemê çavê neyarê çand û hunera gelê Kurd, Hosteyê strana kilasîk û şoreşgerî, penaberê bê xwedî, hunermendê ku di koçika dilê gelê Kurdistan de rûniştîye DILGEŞ e.
Çima Dilgeş bê xwediye ji hêla sazî û dezgehên gelê Kurd ve?
Çima hevqasî em hunermendê xwe piştguh dikin?
Çima di jiyana hunermend û nivîskarên xwe de em gulekê pêşkêşî wan nakin lê gava ku dimirin em dikin haho?
Bi sedan çima hene.
Xwedî derketina li Aramê Tîgran weke tavên baranê hêstir ji çavên min barandin hin ji kêfa xwedî derketina li wî bû û hin jî ji belengazî û bêxwedîtiya ku stêrikên hunera me tê de dijîn bûn.
Di jiyana Hunermend Aramê Tîgran de gelê Kurd bi saziyên xwe ve lê xwedî derket ew kirin mina tabloyeke gelkî birûmet û bi dîwana dilê xwe dalqandin. Her wiha gelê Kurd û saziyên wî Aramê Tîgran bi xwedî derketineke bi hişmet sipartin axê. Bê goman ev cihê şanaziyêye li ba her hunermend û nivîskarên gelê Kurd ku dibînin hem di jiyan û koça dawî ya hunermend Aram Tîgran de xwedî derketin çêbû.
Em vegerin ser mijara xwe ya bingehîn ku hunermendê jibîrbuyî Dilgeş e.
Ji bilî zor û zehmetiyên jiyanê, feqîr û belengaziyê, gera li kolanên xerîbiyê, malmîrata nexweşiya şekir jî roj bi roj perçeyekî ji laşê pîrê strana şoreşgerî, pîrê Ola Êzîdiya Dilgeş didize.
Dilgeşê Kurd, Dilgeşê şoreşger, Dilgeşê penaber, Dilgeşê evîndarê deşt, çiya û zeviyên Kurdistana mezin û yekgirtî, Dilgeşê ku stêrikeka geşe di asîmanê hunera Kurdî de li benda saziyên gelê xweye ku di jiyana wî de gulekê bidin ber pozê wî,
li benda dilxweşiyekê ji dost û hevala ye, li benda nivîsekê yan jî diyariyekêye ku dilê wî xweş bike, li benda lêkolînekê ye ku li ser huner û jiyana wî were çêkirin, li benda bangekêye ku derkeve pêşberî gelê xwe li Kurdistana ku ber bi azadiyê ve diç.
Dilgeş hêjaye ku meriv û sazî lê xwedî derkevin
Hêjaye ku em dilê wî xweş bikin
Hêjaye ku di festîvala Amedê de silavekê bide hizkiriyên xwe
Hêjaye ku li cihê ji dayikbûna wî Nisêbîna rengîn konsêrek jere were çêkirin
Hêjaye ku van çend roj, meh yan salên xweyî dawî rihet bijî
Hêjaye ku di Telfizyonên Kurdî de konsêr jêre werin çêkirin
Hêjaye ku heval û dostên wî salê carekê yan jî ducara lê bibin mêvan û li hal û wextê wî bipirsin
Hêjaye ku gava perlementer û şaredarên me tên Eurupa lê bibin mêvan
Hêja ye ku ahengên rumetê jêre werin çêkirin
Ma ezê çi bêjim bawerbikin hêjaye û hêjaye û hêjaye … hêjaye Kurd hertiştî ji bo wî bikin ji ber wî jî her tiştê xwe daye doza azadiya gelê xwe.
Navên hinek ji stranên Dilgeş:
 1-Artîşa me
2-Egît bi heybeta
3-Ger fermana me rabe
4-Bêrîvanê
5-Muxtaro
6-Lêxin hevalno
7-Bilbilo
8-Şerê Bagokê
9-Biçûkê Canê
10-Xumênî
11-Axa me
Û bi dehan stranên mina van hene.
Çend stranên Dilgeş
Muxtaro:http://www.youtube.com/watch?v=pemgWXvdUYc
Biçûkê Canê: http://www.youtube.com/watch?v=pPO7KbMF4B8
Hêlîna xeman: http://www.youtube.com/watch?v=pWxyvRMdN28
Axa me: http://www.youtube.com/watch?v=pciUpeM-TRs
Xebat Şakir
|