Lalis Lalis
Logo

-Lêkolînek li ser Alewiyan -I

 

ALEWÎTÎ

A. BALÎ

ABali

 

Di nav ol û baweriyên cihanê yên pîroz û evra de ciyê „Alewîtiyê“ pir   balkêş e. Ji ber vê yekê serokatî û bingeha hêzên şoreşger û sosyal demokrat de jimara Alewiyan gelek zêde ye. Di destpêka sofîzîma Îslamiyetê de, gengeşiyên li ser ola Îslamê di navbeynê Alewî û sofiyên Îslamê yên sunnî de bûyî, ew pir caran bi bûyerên ne baş dawî lê hatiye.

Rêvaberiya dewletên Îslam û piraniya siltan û paşan ji ber ku ji mezhebê sunnî bûne, biryarên ne heq wek heya

cerm gurotina mirovan cezayên mezin dayîne mirovên Alewî. Alewî xwe ji ola Îslamê û

alîgirên Ehl-î Beyt dibînin. Pirtûka pîroz Qur’anê çawa ji xwe re rêber û evra digirin, ewqas jî

baweriya xwe ji Zebur, Tevrat û Încîlê re jî tînin. Ji ber ku Alewî dibêjin: “ Çar kitab heq in û

peyamberên kitab jê re hatin hemî pîroz in.” Alewî bêtir rêberiya mirovatiyê di rêya zanist de

dibînin. Zanist jî bi rêya însan têye destxistin. Ji ber vê sedemê “însan, mirov” gelek hêja û

pîroz e! Ji sofîstên Alewiyan Hallaci Mensur (858-922) ji ber ku gotiye “Enel Haq” wî cezayê

kuştinê girtiye û têye gotin ku bi çermê wî gurandinê ew hatiye kuştin. Di nav kesên Alewî

yên wek Hallaci Mansur, Nesîmî, Pîr Siltan Abdal, Seyîd Rizayê Dêrsimî û bi hezaran kesên

dîn, ewna cangorî têne bîranîn.

Her çiqas Alewî ji xwe re çar kitaban pîroz dibînin jî, ji bo wan pirtûken dîn yên pîroz jî hene.

Ji wan pirtûkan yek jî bi navê “Emrên Îmam Cafer Sadiq” têye nasîn. Îmam Cafer Sadiq (699-

765) ji 12 îmaman, ew îmamê şeşemîn e. Lawê îmamê pêncemîn Îmam Muhammed Bakir e.

“Emrên Îmam Cafer Sadiq” di nav gel de bi navê “Buyruk” jî têye nasîn. Baweriyên

Alewîtiyê heya roja îro ji du çavkaniyan hatine der. Çavkaniya yekemîn gotinên bi devkî ne.

Çavkaniya duwemîn jî pirtûk û tiştên bi nivîskî ne. Di dîrokê de gelê Alewî ji aliyê rêvabirên

dewletên sunnî ve pir caran hatine qirkirrin û hebûnên wan yên pîroz hatine şewitandin û

wenda kirin. Ji ber van sedeman Alewiyan bi sedan salan baweriya xwe ya olî dizî pêk

anîne!.. Ew pirtûka bi navê “Buyruk - Emrên Îmam Cafer Sadiq” belku ji sed salan şunda li

paş mirina Îmam Cafer Sadiq hatibe berhev kirin û ji nû ve hatibe nivîsandin...

MEZHEBÊN OLA ÎSLAMÊ JI BO ÇI NE PÊNC IN Û ÇAR TÊN

PEJIRANDIN?..

Di nav çar mezhebên Îslamê yên sunnî de (Mezhebê Hanefî, Mezhebê Şafî, Mezhebê

Malîkî, Mezhebê Hanbelî) ji bo çi navê mezhebê Îmam Cafer Sadiq damezrandî “Şiî“tî

nîn e. Di dîrokê de heya ew salên dawî Şiîtî ji aliyê mezhebên sunnî ve wek mezheb nehatiye

pejirandin. Di aliyê din de jî alîgirên mezhebê Şiî, ji ber ku Ehl-î Beyt li Kerbelayê ji aliyê

hêzên Yezît ve hatine qirkirin. Ji ber vê yekê Alewî û Şiî jî mezhebên sunnî di nav mezhebên

ne heq de dibînin. Ew her du dîtin di dîrokê de neyartiya di nav ola Îslam de heyî ji holê

ranekirye û ew bûye sedema şerên dijwar!..

Di destpêka ola Îslam û dema çar xelîfeyan de di nav miselmanan de bûyerên ne heq

qewimîne. Her çiqas ew bûyerên ne baş bûyî bin jî, wê demê di nav Îslamiyetê de mezhebîtî

hîn çênebûyî bû. Hebûna mezhebên ola Îslamê ji Îmam Cafer Sadiq pê de destpêdike. Di nav

mezhebên sunnî de Îmami Azam Ebu Hanîfe li cem Îmam Cafer Sadiq du salan dersên olî

girtine. Zanayek mezhebê Şiî bi navê Îbnî Mutahhîrîi Hullî di pirtûkên xwe yên bi navê

„Nehcûlhak“ û „Mînhecûlkeram“ de dinivîsîne û dibêje „Îmami Azam û Îmami Malîkî

ji Îmam Cafer Sadiq ders wergirtine. Ji zanîn û ji îlmê Îmam Cafer her du yan feyz û

zanîna xwe zêde kirine û bûyîne zanayên mezin.“ Îmami Azam ji Îmam Muhammed

Bakir jî ders girtine. Îmami Azam îcazeta fetva dayîne ji Îmamên Şiî wergirtiye. Her

wuha dahênerên Mezhebê Hanîfî, Mezhebê Şafîtî, Malîkî û Hambelî jî, ji Îmam Cafer

Sadiq dersên olî girtin şunda belav bûne û ola Îslamê li cîhanê dayîne nasandin.

Nasandina her îmamekî pişt re bûye mezhebek. Çar mezhebên Îslametiyê ji çar

şagirtên Îmam Cafer Sadiq hatine derketin û hatine belav bûyîn. Çawa bûye ku

mezhebên şagirtên Îmam Cafer Sadiq bûyîne mezhebên rast yên Ehl-î sûnnet û

mezhebê mamosteyê van îmaman yê Îmam Cafer Sadiq jî bûye mezhebê ne rast yê

batil!.. Ew pirsgireka miselmanan ya wê demê destpêkirî, hîn îro jî, ew di nav

miselmanan de nehatiye halkirin!..

BAWERÎ Û OLA ALEWÎTIYÊ DI NAV KÎJAN OLAN DE CIYÊ XWE

DIGIRE Û EW OLEK ÇAWA YE?

Bawerî û ola Alewîtî di nav olên yek Xwedê û peyamberên bi kitab de ciyê xwe digire.

Destpêk û dawiya olên bi kitab, yek ya dîn temam dike. Çar kitab (Zebur, Tevrat, Încîl,

Qur’an) û çar peyamber (Hz. Dawud, Hz. Musa, Hz. Îsa, Hz. Muhammed) hev û du dipejêrin.

Mînak di pirtûka pîroz Încîlê de Hz. Îsa dibêje :“Peyamberê dawî yê bi navê Ahmed bêye

cîhanê. Ew peyamberê herî dawî ye. Ji wî şunda peyamber nayên cîhanê“ Ji ber vê sedemê di

nav pir navên Hz. Muhammed de, navekî wî dîn jî „Ahmed“ e...

Alewî çawa çar kitaban heq û pîroz dibînin, bawermendên wan olan jî wek hev û dû dibînin.

Li gor baweriya Alewiyan di navbenê Îslam û Musevî û Hiristiyanan de ti ferq nîn e. Ji ber ku

hemî ew olên hatin bi nav kirin, ewna baweriya xwe bi yek Xwedeyî tînin... Dema Xwedê yek

be, rêyên diçin Xwedê hemî kurt û dirêj wek hev in. Li ser vê bingehê Alewî heftê du nîv

(72,5) miletan wek hev dibînin û dinasin...

OLÊN YEK XWEDÊYÎ YÊN BI KITAB KÎJAN IN?..

Xwedê gerdûn afirandiye û gerdûnê bi rê ve dibe û kontrol dike. Olên li ser vê baweriyê

dimeşin re olên yek Xwedêyî têye gotin. Putperest jî, putên bi destên xwe çêkirin re perestiyê

dikin. Putperest li alîkî bimînin, mirov ji qurne nû vir de baweriya xwe ji yek Xwedêyî re

tînin û jê bawer dikin. Di ola Musewîtiyê de Xwedê afirandinêrê gerdûnê yê bi serê xwe tenê

ye. Hebûna Xwedêyê tenê û Xwedêyê pîroz bi ola Musewîtiyê destpêkirye! Hiristiyan û

Miselman jî, ew baweriya bi yek Xwedêyî destpêkirî lê bûyîne xwedî.

Hiristiyanan di baweriya sêbare de, yanê di hebûna Xwedê de sê keseyetiyan dicivînin. Di ew

sê keseyetiya Xwedê de bav, ewlad (law) û rihê pîroz heye. Di ew baweriya Hiristiyanan de

Xwedê, di bedena Hz. Îsa de hatiye cîhane. Vê baweriya Hiristiyanan tesîra xwe li ser ola

Alewî, Dursî, Êzdatî û olên dîn jî kirye. Ji ber ku di ola Miselmantiyê de afirandinêre gerdûnê,

parastvan û rêvaberê hemî jindaran Xwedê ye, ew bi serê xwe tenê ye. Li gor rêşanîdana

Qur’anê Xwedê, bi kitabên pîroz yên bi rêya peyamberan, ewên ku şandine dinê, bi wan ew

rêya rast ji mirovan re nîşan dide...

PEYAMBERÊN JÊ RE KITABÊN PÎROZ HATIN KÎ NE?

Hazretî Dawud:

Ji Hazretî Dawud re yekem car kitaba pîroz „Zebûr“ hatiye şandin. Pirtûka Musêwiyan ya

pîroz bi navê „Tanah“ ew di nav Îslaman de bi navê „Zebur“ jî têye nasîn. Ew ji 150

helbestên Hz. Dawûd nivîsîn pêk hatiye. Ew helbestina hem ji aliyê Musewiyan ve û hem jî, ji

aliyê Hiristiyanan ve bi dilxweşî têne xwendin. Di nav netewa Museviyan de û di nav olên

yek Xwedêyî de heya roja îro navê Hz. Dawud dijît. Ew hem bi lehengî û bi qraltiya xwe û

hem jî bi peyamberiya xwe têye nasîn. Bi dengê xwe yê xweş û bilind heya roja îro navê wî di

gotina „Dengê Dawudî“ de jî têye bîranîn. Di navbeynê salên li pêş zayînê 1000-962 an de, wî

ji Îsrayîliyan re qraltî kirye. Ew qraltiya pêk anî ji aliyê lawê wî Hz. Sileman ve pir salan

hatiye rêva birin. Hz. Silêman bi emrê xwe yê dirêj têye nasîn. Li paş mirina Hz. Silêman, ew

qraltiya ji aliyê Hz. Dawud ve hatî damezrandin belav bûye.

Hazretî Musa:

Ji Hazretî Musa re kitaba pîroz Tevrat hatiye şandin. Ji Tevratê re „Tora“ jî têye gotin. Li gor

Qur’anê Hz. Musa, peyamberê cara yekemîn Xwedê jê re pirtûka pîroz rê kiriye. Hz. Musa

qabîleyên Îbranî hemî civandine ser hev û du. Lawên Îsrayîliyan ji koletiyê azad kirine. Ew

peyamberê Yahudiyan yê herî mezin e. Ola wî bi navê „Musewîtî“ hatiye nasîn.

Di kîjan qirnê de jiya ye, ew baş nêye zanîn. Li pêş zayînê di dawiya sedsala 14. An de hatiye

dinê û derketina Îsrayîliyan ya ji Misirê, di sedsala 13 an de Hz. Musa ji wan re serokatî jî

kirye. Ew bi „asa“ya xwe û leşkerên fîravun yên di behrê de qeniqandin têye nasîn!..

Hazretî Îsa:

Ji Hazretî Îsa re kitaba pîroz Încîl hatiye şandin. Li pêş zayînê 6 û li paş zayînê heya sala 30

ew jiya ye. Yahudiyan ji Hz. Îsa re „Mesîh“, Yewnanî jî, jê re „Hristos“ gotine. Paşê navê

„Hiristiyaniyê“ ji „Hristos“ hatiye holê. Li gor Încîlê Hz. Îsa bi mucîzeya Xwedê û bi rêya

rihê pîroz ji Meryemê hatiyê cîhanê. Heya sîh saliya xwe li gel dartiraşekî kar kirye. Di sîh

saliya xwe de Xwedê jê re peyamberî rê kirye. Dema belav kirina olê xwe de, li dijî Hz. Îsa,

Romayiyan gelek çetînahî jê re derxistine. Bi çarmixê kuştina Hz. Îsa şunda bi rêya 12

Havariyan ola Hiristiyanî hatiye belav kirin. Li gor Hiristiyaniyê Hz. Îsa heya asûman firiye û

çûye. Li gor Miselmantiyê jî, roj yê bê ku Hz. Îsa yê ji asûman dakeve erdê. Ewê civata

mirovetiyê dîsa bi terbiyê û bi edebê bide jiyandin. Ewê xirabiyê ji ortê rabike. Qasî çil sal

jiya şunda yê biçe ser heqiya xwe.

Di ola Alewîtiyê de li gel ew rola Hz. Îsa, Hz. Mehdî, îmamê duwazdemîn, îmamê axir zeman

yê vî karî, ewê ser milên xwe de û civata mirovetiyê baştirîn di nav aşîtiyek xoşewîst de bide

jiyandin!.. Di baweriya mezhebên Îslamê yên din de jî ew baweriya li jor hatî xûyakirin heye.

Bes li gor ew mezhebên sunnî, Hz. Îsa yê li pişt Hz. Mehdî rawest û nimêj bike. Ew jî tê wê

wateyê ku, dawî de Hz. Îsa jî yê bibe miselman! Baweriya Miselman wusa ye... Lê Hiristiyan

ne li gel ew baweriya Miselmanan in...

Hazretî Mihammed:

Ji Hazretî Mihammed re kitaba pîroz Qur’an hatiye şandin. Hz. Mihammed di sala 570 yî li

Mekke hatiye dinê û di sala 632 an de li bajarê Medînê ji vegera „Heca Weda“ şunda çûye ser

heqiya xwe. Bavê wî Abdullah li paş hatina wî ya dinê, ew çûye rehmeta Xwedê. Dayka Wî

Emînê dema diçe rehmete, Hz. Mihammed şeş salî bûye. Di xortaniya xwe de bi jinbiyek

dewlemend ya bi navê Hz. Hatîcê ve dizevice. Bi vê zewacê qîza wî ya bi navê Fadîme, ku ya

paşê bi lawê Ebu Talîb, Hz. Alî re dizewice têye dinê. Di bingeha Alewîtiyê de Hz. Mihamed,

qiza wî Fadîme, zavayê Hz. Mihamed, Hz. Alî û lawên Hz. Alî û nêwiyên Hz. Mihammed

Hz. Hasan û Hz. Husêyîn û zarokên wan yên bi navê Ehl-î Beyt têne bi nav kirin ciyekî girîng

digire.

Di nav civatên Îslametiyê de wêne û peyker çekirin hem guneh û hem jî bi sedsalan hatiyê

qedexe (yesex) kirin. Ji ber vê yekê wêneyên Hz. Mihammed di nav civatên ola Îslamê de nîn

in. Bes di nav Alewiyan de wêne û peyker çekirin û aletên muzîkê jendin di jiyana rojane de

berê vir de serebest in. Çend wêneyên di nav civata Alewiyan de tên nasîn yên Hz.

Mihammed û yên Ehl-î Beyt li jêr in. Ez hêvî dikim ku kesên miselman neqahrin û lê

biborin!..

Hz. Mihammed û Ehl-î Beyt:

Ji

 

Ji Pênçeyî Al-Î Aba:

Hz. Mihammed, Hz. Alî, Fadîme( ya rûyê wê hatî girtî),

di hembêza Hz. Mihammed de Hasan û Husêyîn

Milyaketê li paş Cebrayîl-î Emînî temsîl dike.

(Wêne li Bexdadê ji lewhayekê hatiye girtin)

 

 

OLA ALEWIYAN BINGEHA XWE JI OLÊN KEVN DIGIRE

Ola Alewiyan bingeha xwe ji kevntirîn olên cîhanê, ji Zerdeştiyê wergirtiye. Li cîhanê hemî

ol hatine guhartin û ti ol wek xwe berê, wek destpêkê nemayîne. Her dem wek guhartina

civatan, olan jî xwe guhartine û di nav pir merheleyan de derbas bûyîne heya roja îro. Li

cîhanê olên xwezayî bigir heya olên yek Xwedê, olên ji hev û du cuda hene. Di nav pir olan

de jî baweriyên ne wek hev hene.

Alewîtî di nav olên yek Xwedêtî de, ew nêzîkî olê îslamê ye. Pir Alewî xwe Îslamên bingehî

dibînin. Ji ber ku her kesî zêdetir Alewî li Ehl-î Beyt xwedî derketine û lê bûyîne xwedî. Di

nav olên baweriya xwe bi yek Xwedêtiyê tînin de, ji xeynî olê Îslamtiyê, olê Musêwî û olê

Hiristiyanî jî hene. Ji destpêka avabûna cîhanê heya peyamberê dawî Hz. Mihamed 124 hezar

peyamber jiyane. Di nav ewqas peyamberan de, Xwedê ji çaran re pirtûkên pîroz nardine.

Pirtûka yekem „Zebur“ ji Hz. Davud re, ya duwem „Tewrat“ ji Hz. Musa re, ya sêyem „Încîl“

ji Hz. Îsa re û pirtûka pîroz ya çaran „Qur’an“ jî, ji Hz. Mihamed re hatiye hinardin. Her çiqas

ew her çar pirtûkên pîroz li dijî hev û du nebin jî, lê li gor bawerî û bawerî rêvabirin û

rêxistin, ew ji hev tên cuda kirin. Ew pirtûkên pîroz hebûna hev û du înkar nakin û hebûna

hev dipejêrin.

Bi kurtahî Zebur û Tewratê re Yahudiyan (Cûyî) baweriya xwe pêanîne. Ji Încîlê re gelek

netewan, bi navê „Hiristiyaniyê“ heya roja îro, bi wê re baweriya xwe pê anîne. Ji peyamberê

dawî Hz. Mihamed re jî, Xwedê Qur’ana pîroz bi navê olê îslamê jê re şandiye. Kurd, Ereb,

Ecem, Tirk û gelek neteweyên din miselman in û ji ola îslamtiyê re baweriya xwe pê tînin. Di

nav ola îslamtiyê de jî gelek tarîqet û mezhebên ji hev û du pir cuda hene. Di dîroka cîhanê de

şerên olan yên li dijî hev çawa bi sedsalan berdewam kirine, di nav her olî de jî şerên

navxweyî bûyîne. Di nav olê Îslamê de, di dema çar xelîfeyan de, aligirên xelifeyan çawa

xelife Osman, Omer û Alî kuştine, ew bûyer dubendî û nakokiyên di nav Îslaman de heyî

kurtirîn kirine! Kuştina Hz. Alî û qetlîama Ehl-î Beyt ya li deşta Kerbelayê ji aliyê hêzên

Yezîd ve bûyî, wê bûyerê bi xwe re ew şerê di nav miselmana de dibe, heya roja îro bi şer û

qetlîamên curbecur hebûna xwe parastiye û berdewam kirye.

Bi ew bûyera Kerbelayê yên aliyê Ehl-î Beyt girtin re „Şîî“ yanê alîgirên Alî re „Alewî“ yên li

dijî wan re jî „harîcî“ hatiye gotin. Ji wê demê vir de, Îslam bûyîne pir beşan!.. Paşê Alewiyên

li Anatolyê dijîn xwe ji „Şîî“yan dûrxistine û bi xwe re bes „Alewî“ gotine. Şerê bi navê

Çaldiranê (1514) di navbeyna Osmanî û Eceman de bûyî de, Yavuz Siltan Selîm, hikumdarê

Safawiyan Şah Îsmail û hêza wî têk dibe. Dema Yavuz diçe şer, aligirên Şah Îsmail û

Alewiyên li navçeya Anatolyê dijîn qir dike û bes li Sêwasê 40 hezar alewî dikuje û ji serê

wana piramîtan çêdike. Di dema şer de hêzên Şah Îsmail ji bo ku ji hêzên Yavuz Siltan Selîm

bêne cudakirin, wana li serê xwe pûşiyên sor girêdayîne. Bi gotinek Tirkî ew kesên serê xwe

sor girêdayî re „Kizilbaş“ hatiye gotin. Ji wan salan şunda li ciyê „alewitiyê“ gotina „kizilbaş,

qizilbaş“ jî, ji bo Alewiyên navçeya Anatolyê bi kar hatiye!.. Gotina „Alewiyên Qizilbaş“ bes

ji Alewiyên Anatoliyê re têye gotin. Li Suriyê, Libnan, Iraq û li Îranê hin baweriyên wek

Alewiyên Qizilbaş re Ehl-î Heq, Kakayî, Şabak, Zeydiyyê, Îsmaîliyê, Îmamiyê, Nusayriyê

têye gotin. Ji baweriyên kevn Êzdatî û Dursî jî wek Alewiyan ayînên xwe yên olî ji kesên yad

(niyanî) vedişêrin. Ew xwe parastin û veşartin ji aliyê alîgirên mezhebên sunnî ve bi bûyerên

ne mirovatî hatiye bi nav kirin. Ew baweriyên şaş li hin ciyan hîn hebûna xwe îro jî diparêzin.

Ew jî dayîn û sitandina di nav Miselmanan de heyî ne baş dike...

Li gor baweriya Alewiyan çar kitab jî rast û heq in. Dema çar kitab (Zebur, Tewrat, Încîl,

Qur’an) û çar peyamber (Davud, Musa, Îsa, Mihamed) wek hev du pîroz bin û bêne hezkirin,

wê demê di Alewîtiyê de, ji mirov û ji mirovatiyê hezkirinek gerdûnî peyda dibe. Ji ber vê

sedemê û li gor baweriya Alewîtiyê li dinê heftê û du nîv milet hene û hemî ji hev re wek bra

ne! Ne kêm û ne jî zêde hemî bi baweriya xwe li ser riya Xwedêyê xwe ne! Ew rêna dûr jî

bikişînin û kurt jî bikişînin, hemî diçin cem Xwedêyê xwe!..

Baweriya Alewiyan ya li ser Adem û Havva heyî, li gor dîtina olên yek Xwedêyî wek wan tê

şopandin. Bes ferqa di navbeynê de heyî ya li se nîv miletî ye. Gelo ma nîv milet bi kê re têye

gotin? Alewî difikirin û dibêjin: „Dema erd hêsin û asûman baxir bûye li dinê tiştekî din tûne

bûye! Wê demê Xwedê Hazretî Adem hulq kirye. Paşê jî, ji parsûya wî Havva afirandiye. Li

gor çar kitab û çar peyamberên mezin Adem û Havva bi hev û du re zewicîne. Destpêkê de

navbeyna wan baş bûye. Lê dem diborin şunda Havva qasî berê ji Adem heznake. Li ser vê

dilsariyê Xwedê bi navê Naciye jinek din şandîye cem wan. Di cara pêşî de Havva û Naciye

hevdu dinasin. Havva naxwaze ku Adem bi Naciyê re bizewice. Adem û Havva dikevin nav

pêşbirikek nefis paqijiyê. Her du jî nefsa xwe cuda cuda dikin hundirê du kûpan (kûze). Di

roja 39 an de Havva devê kûpê xwe vedike, di hûndirê wê de jindarên piçûk yên eceb hene!

Di roja çilî de devê kûpê Adem peyamber vedikin ku di hundirê kûp de zarokek wek nûra

Xwedê heye û dijît. Wê demê Havva bi hersan lingê xwe li kûpê Adem peyamber diêxe û kûp

verdigere erdê. Bi xişbûna kûp ew zarokê bi navê Şit (Şet) seqet dimîne. Ji ber ku Şit hem

seqet wek nîv mirov û hem jî bes ji Adem tenê çêbûyî bû. Şit paşê bi Naciyê ve dizewice. Li

ser vê bûyerê Alêwî ji umeta Şit ya bi navê “Gurufu Naciyê”, an “ji neslê Naciyê” têye, ew

têne nasîn û xwe wusa dinasin. Ji çavkaniya ew afirandina neslê mirov, gelek Alewî jê bawer

dikin.

Di baweriya Alewîtiyê de, li ser rûyî erde wek li jor hatî diyarkurin 72,5 milet dijîn. Hemî

wek hev in, yek ji yê din ne mezintir û ne jî nizmtir e. Hebûn û wekheviya mirov li ser her

tiştî re ye. Dema mirov li cîhanê ne bûya, her tişt wê demê bê wate dima. Di nav Alewiyan de

gotina „Haq (Xwedê), Mihamed, Alî“ gelek pîroz e. Lê hincaran dema behsa „Alî“ têne bêye

kirin, ew ji ser her hebûnê re pîroz têye dîtin. Ji ber vê hin Alewî ji Alî re „Ehl-î Heq,

Aliyullilah“ jî dibêjin. Di ola Dursiyan de jî wek Alewiyan, Xwedê di rih û canê hin mirovan

de dikane xwe bîne ser rûyî erdê. Mînak di ola Dursiyan de, Dewleta Fatimî ya li Misirê

avabûyî (909-934) ciyekî fireh digire. Xelîfeyê Fatimiyan Hakîm Emrullah (El Hakim bi

Emrullah el Mansur bin el Aziz billah) di sala 1017 an de, ew xwe wek „Xwedê“ îlan dike. Ji

bo vê ye, ku hin Dursî jî, wê salê destpêka salnameya Dursiyan dipejêrin (qebul dikin).

Cihgirê Hakîm Emrullah, wezîrê wî Hamza (Hamza bin Ali bin Ahmed) li ser binyata

Xwedêtiya Hakîm, ew xwe îmam dibîne û di vê derbarê de jî du rîsaleyan dinivîsîne. Di van

rîsaleyan de hebûna Xwedê, di hatina rihê heft îmaman de, wek mirovan çawa jiyan daye, wê

rave dike (îzah kirin) û ji wana Hakîm, îmamê dawî, yê ku hebûna Xwedê di keseyatiya xwe

de diparêze dibîne û îdîa dike. Ew îdîaya Hamza bi vê jî namîne. Ew Hakîm wek Xwedê û

xwe jî wek peyamberê wî îlan dike. Hamza, ji bo ku ew baweriya olî bête belav kirin, ew

kesekî bi navê Anuştegîn ed-Derezî dişîne Sûriyê.

Di sala 1020 an de li Misirê di mizgeftekê de, Hamza baweriya xwe ya olî îlan dike. Li dijî

Hamza serhildan û raperîn çêdibin. Destpêkê de Hamza û paşê jî, 23 ê Sibatê sala 1021 an

Hakîm bi wendabûnên nevekirî ji ortê radibin. Hevalbendên wan jî, Misirê terk dikin û diçin

Sûriyê tevî civatên Anuştegîn el-Derezî dibin. Hêza wan herkî diçe li wir bi qiwet dibe. Dema

şerê xaçiyan bûyî, Dursî hêza xwe bi ya Îsmaîliyan ve dikin yek. Ew yeketiya xurt di şerê

xaçiyan û Osmaniyan de li gel leşkerên xaçiyan û li dijî Osmaniyan ciyê xwe digirin.

Ji şerê xaçiyan şunda Dursiyên li wê navçeyê dijîn, ew di bin navê „Kaysî“ û Yemanî“ de

jiyana xwe li wê navçeyê berdewam dikin. Şerên di dema Yavuz Siltan Selîm de li dijî

Memlûkan bi navê Mercîdabik û Ridaniyê (1516-1517)) bûyî de Yemanî li gel Yavuz û li dijî

siltanê Memlûkan yê bi navê Kansu Gavrî şer dikin.

Bi gelemperî di dîroka Anatolyê û ya rojhilata navîn de de, Alewiyan jî wek Dursiyan li dijî

Osmaniyan her dem ji ber sedemên ol û baweriya xwe, wan serê xwe rakirine û her dem

berxwedayîne.

Di şerê Çaldiranê de her çiqas Kurdên ji mezhebên sunnî alikariya Yavuz Siltan Selîm kirî

bin jî, Kurdên Alewî alîkariya Şah Îsmaîlê Sefavî kirine. Dema şerê bûyî ciyê Ordiya

Yavuz lê rawestî li ser kaniya Yavuz daye çêkirin, ji bo Kurdan, di wir de dema behsa

Kurdan dike, bes ji bo Kurdên Alewî dixwaze wusa bibêje. Ji ber ku wê demê Îdrîsê

Bedlîsî û şeyhûlîslamê bi eslê xwe Kurd bi navê Suud Efendî di xizmeta Yavuz da

alîkariya herî mezin kirine! Gotinên Yavur di derheqê Kurdên Alewî de bi zimanê Tirkî

gotin wusa ne:

„Kürde fırsat verme ya rab, dehre sultan olmasın!

Ayağını çarık sıksın, asla iflah olmasın!

Vur sopayı al ekmeği, karnı bile doymasın!

Ol çeşmeden gavur içsin, Kürde nasip olmasın!..

Gotin bi wergera zimanê Kurdî wusa ye:

Ya Rab, firsendê me de Kurdan,

Ew ti caran nebin siltanê cîhan!

Bila çarix lingan bigifiş, îflah nebin,

Bi ço lêxe, nan ji dest bigir, têr nebin!

Bila ji vê kaniyê gawir avê vexwin,

Lê ti caran ji Kurdan re nebe nesîb!..

Ji gotinên Yavuz Siltan Selîm“

Tebax, 1514

Li gor baweriya Alewîtiyê Hz. Alî tenê dikanî bibûya xelîfeyê Hz. Mihamed. Ji ber nekokiyên

di navbeynê Ehl-î Beyt û Muawiyê de heyî û bê agahiya Hz. Alî, Ebubekîr xelîfeyê Îslaman

yekemîn hatiye hilbijartin. Duv re Osman û xelîfe Omar hatine hilbijartin. Alewî xelîfetiya

wan her sê yan qebul nakin. Bes Hz. Alî tenê xelîfe dipejêrin. Dema Hz. Alî têye kuştin,

Alewî her kî diçin ji Emawiyan dûr dikevin. Dijberiya di navbeynê Alewî û sunnîtiyê de heyî

heya roja îro hebûna xwe diparêze! Li Tirkiyê bi fermî ciyê „Cemxane“yan ne serbest e! Di

aliyê din de zarokên Alewiyan di dibistanan de mecburî ferî mezheba sunnîtiyê dikin. Yên

nekevin bin bandora sunnîtiyê rastî çetînahiyan tên. Dema Alewî xwendinê xelas dikin jî,

heke bên zanîn di nav dewlet Tirkiyê de karên girîng nadin kesên Alewî...

DI RÊYA HEQ-MIHAMED-ALÎ DE

Gengeşiya sedsalan vir de ya di nav Alewî û sunniyan de heyî, ew îro jî heye. Piraniya

Alewiyan xwe miselman û Îslam dipejêrin. Ji ber ku Haq (Xwedê), Mihamed û Alî ji xwe re

rêber dibînin. Lê mercên sunnîtiye heyî wek sunniyan qet bi kar nînin. Berpirsiyarên ola Îslam

yên bi mezhebê sunnî jî, ew pir caran ji Alewiyan re dibêjin: „Heke hun Îslam in, mercên

Îslamtiyê pêk bînin. Werin di camiyan de nimêj bikin û sîh roj jî di meha remezanê de rojiya

xwe bigirin!“ Ji bo ku mercên Îslamtiyê yên girîng ew in. Lê Civata Alewiyan ew mercên

mezheba sunnî qet yekî jî bi cih nîn in. Alewî li ciyê nimêje ayîna cemê dikin. Di aliyê din de

sîh roj, rojiyê nagirin û di meha Muharemê de 12 rojan rojî, an jî matema Ehl-î Beyt dikin.

Bîst û çar saedan carekê nan dixwin. Di rojiya xwe piraniya Alewiyan avê venaxwin, goşt

naxwin. Di navbeynê ew 12 rojan de piraniya mirovên pir bi bawer bi nefsa xwe re dikevin

nav îmtanekê. Alewîtiyê de ciyê didin însan pir pîroz e. Ji ber vê yekê têye gotin: „Kabeya

„Beytullah“ min însan e!“ Ji ber ku li cîhanê însan nebe, her tişt bê wate ye!.. Wusa xuyayê

ku di bin baweriya Alewîtiyê de mirov xwe pir azad dibîne. Mirov ne kul (evd) e, mirov aza û

serbest e. Mirov di rêya zanist de dikane her tiştî û her baweriyê bifikir û bişopîn!..

Pir sofiyên mezhebên sunnî ji bo Alewiyan dibêjin: „Ew bê bawer û bê ol in! Wexta bixwazin

bibin miselman, pêwîst e, ku pêşiyê de bibin hiristiyan û ji hiristiyanîyê jî vegerin bibin

miselman! Li dijî ew nirxandina bê însaf, Alewî jî mezhebên sunnî nêzîkî nirxandina wan,

dinirxînin. Ew jî navbeynê ew mezhebên Îslamê bêtir xirab dike. Ya rast ew e, ku hemî yek

Xwedê dinasin û baweriya xwe ji her çar kitabên pîroz re tînin. Bi kurtahî mezhebên ola

Îslamê yek ji ya din nê çêtir e û ne jî xirabtir e! Hemî wek hev in. Ya navbeynê wan xirab

dike siyaset, menfat, para û pul e!..

Wek têye dîtin bawerî û ola Alewiyan ewqas jî ne hêsan e! Alewiyên bi baweriyek rasteqîn

jiyana xwe berdewam dikin, ew xwe nêzîkî Xwedê dibînin û destên xwe ji her qirêjiyê

dikişînin û dixwazin bibin însanê kamil. Baweriya Alewîtî û Bektaşiyê nêzîkî hev in. Hin

caran jî, ew bawerî tevî hev û du dibin. Ji çar kitabên pîroz bawerkirin û ji 12 îman re

baweriya xwe bi wan anîn, ew bingeha Alewîtiya Qizilbaşên li Anotoliyê pêk tîne. Alewî

çiqas ji Hz. Mihamed hez bikin, ewqas jî, ji Hz. Dawîd, Hz. Musa û ji Hz. Îsa jî hez dikin.

 

Ji bilî nivîs û daxuyaniyên ku bi navê Hevgirtina Êzîdîya  tên belavkirin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Die Yezidische Gemeinschaft e.V. und die Redaktion der Webseite www.hevgirtina-ezidiya.com übernehmen keine Haftung für die hier veröffentlichten Artikel